Polîtîk

Hevdîtinên serok Barzanî û Emerîka berdewamin

 Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya  Tonî Bilînkin Şêwirmendê Cîgirê Serokê Emerîka yê Karubarê Asayîşa Neteweyî û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, Şêwirmendê Cîgirê Serokê Emerîka yê Karubarê Asayîşa Neteweyî silavên  Serok Obama û Joseph Biden Cîgirê Serokê Emerîka bi Serok Barzanî gihand û paşê her du alî pêvajoya dawiya siyasiya Iraqê û ew tengasiyên ku dûçarî bûne û ew hewlên ku ji bo encamdana çaksaziya siyasî û rastkirina rêrewa pêvajoya siyasî û hukimraniya li Iraqê li holê dane hate nirxandin.

Şêwirmendê Cîgirê Serokê Emerîka encama hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Bexda xisterû ku taybet bûn bi nêrîna hevpeymaniya nîştimanî ya sebaret bi pêvajoya çaksaziyê.

Li beramber da, Serok Barzanî bi mebesta pêşxistina pêvajoya siyasiya Iraqê û hebûna bingehekî yasayî li encamdana wan çaksaziyan tekez li ser encamdana çaksaziyekî rasteqîne kir û sebaret bi vê pêvajoyê asteke demkî jî ji bo wan bête danîn da ku ew alî baweriyeke erênî bidin gelê Iraqê.

Sebaret bi hevdîtin û civînên li paşarojê ya li gel Serokê hevpeymaniya nîştimanî û hevdîtin û civînên Hevpeymaniya Kurdistanî ya li gel Hevpeymaniya nîştimanî da, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku tu demek van cûre hevdîtin civînan red nekiriye.

Behskirina kêşeyên li navbera Herêm û Bexda sebaret bi meseleya şandina neft û xaz û peymanan û lîjneya emniyên hevbeşa navçeyên veqetandî û nebûna hemahengiya wan lîjneyan û pêşhatên dawiya rewşa Suriye mijareke dinê vê hevdîtinê bûn û li vî warî de jî her du alî gelek bi hurî danustandina bîr û rayên xwe yên sebaret bi wan meseleyan kir.

Li dawiya hevdîtinê de Serok Barzanî daxwaz ji Şêwirmendê Cîgirê Serokê Emerîka kir ku silavên cenabê wî bigihîne rêzdar Serok Obama û Joseph Bidenê Cîgirê wî.

Back to top button