Polîtîk

Piştî Goranê, PDK û YNK bi Îslamiyan jî re civiyan

Biryar e, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro digel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) civînekê pêk bînin.

Peyvdarê polîtburoya YNKê Azad Cundyanî ji AKnewsê re ragihand, “Civîna ku derbarê rewşa niha ya herêma Kurdistanê ye, dê îro li bajarê Hewlêrê bê sazkirin.”

Cundyanî xuya kir ku her yek ji YNKê û PDKê hertim têkiliyan wan bi YÎKê re hebû, lê hin car ev têkilî sar dibûn û wiha domand, “Lê ev yek nayê wateya ku zimanê gotûbêjan di navbera me de nema be.”

Cundyanî aşkere kir ku mijara sereke ya civînê derbarê xwestekên xwepêşanderên parêzgeha Silêmaniyê ye, wek ku duhî YNKê û PDKê li ser heman mijarê li Hewlêrê digel Tevgera Goran jî civiya bûn.

Cundyanî amaje kir ku ew wek YNKê û PDKê di programa wan de heye tev Komeleya Îslamî ya Kurdistanê jî bicivin, lê heta niha dema wê civînê nehatiye diyarkirin.

Ji bal xwe ve, endamê polîtburoya PDKê Caefer Îbrahîm rastiya wê nûçeyê ji AKnewsê re pişt rast kir, lê got, “Ti zanyariyê bêtir li ba min tune ne, bi tenê dizanim civînek navbera hersê partiyan dê bê lidarxistin.”

Di civîna duhî ya navbera PDKê û YNKê û Goran piştgirî li daxwazên xwepêşanderan hate kirin, her wiha hersê alî rêkeftin li ser wê yekê ku projeyasayên girîng bi rêkeftinê bêne pejirandin û pêdeçûn bi çend yasayan bê kirin di nav de jî pêşnûmeya destûrê Herêma Kurdistanê.

 

Back to top button