Îsraîlê embareke milîsên Îranî û firokexaneya navdewletî ya Helebê kir armanc û di encamê de kuştî û birîndar hene
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama êrişên asmanî yên Îsraîlê li ser embarên milîsên Îranê li taxa Malikî ya nêzîkî firokxaneya navdewletî ya Helebê, 3 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku Îsraîlê 6 mûşek avêtine pîsta firokxaneya navdewletî ya Helebê û derdora wê û ziyaneke mezin gihandiye firokxaneyê û firokexane ji xizmetê derketiye.
Di vê navberê de, Reuters li ser zarê çavkaniyên dîplomatîk û îstixbaratî ragihand ku Îsraîlê êrîşên xwe li ser firokexaneyên Sûriyê zêde kirine daku zêdetir astengkirina bikaranîna Tehranê ya firokeyan ji bo şandina çekan ji hevalbendên xwe re, û taybetî ji Hizbullaha Lubnanê re.