PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Brîtanyayê civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtanyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Mareşal Samî Sampson û şandeke pê re kir.

Di civînekê de Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bû, têkeliyên Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, metirsiya teror û tevgerên DAIŞê, proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge rewşa giştî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin. Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê babetek din a civînê bû.

Serok Nêçîrvan dûpat kir ku Herêma Kurdistanê spasiya Brîtanyayê kir ji bo alîkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de û tekez li ser berdewamiya hevkarîkirina Brîtanya û dostên xwe li civaka navdewletî ji bo rûbirûbûna metirsiya terorê kir.

Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku pêwîste aliyên siyasî ji bo derbaskirina giriftarî û kêşeyên li pêşiya proseya siyasiya Iraqê û parastina aramî û aramiya siyasî li welat bigihin hevtêgihiştin û rêkeftinê û tekez li ser yekrêziya siyasî li Kurdistanê kirin.

Back to top button