Civak

Piştî Dr. Silêman, Sidiq Ergoşî jî şehid ket

Li gorî agahiyan, îro duşemî dema ku li Mêhwera Tilsiqofê çend pêşemrge mijûlî lêgerînê di nav çend gundên deverê de bûn, li gundê Xirab Bêt rastî çend çekdarên DAIŞê de hatin, ku piştî destpêkirina operasyona Mûsilê û kontrolkirina herêmê ji aliyê Hêza Pêşmerge ve, xwe veşartibûn û di navbera wan û çekdaran de şer derket. Di encama şer de, efserê bi navê Sidîq Ergoşî ku ser bi Supaya Barzan a Hêza Pêşmerge bû, şehîd ket. Sidîq Ergoşî di Beşa Teknîk a Supaya Barzan de, pisporê pûçkirina bombe û mayînan bû û ji dema şerê li dijî DAIŞê û bi taybet operasyona Mûsilê de, bi sedan bombe û mayîyên DAIŞê pûç kiribûn û ji kar xistibûn. Berpirsê Kargêriya Supaya Barzan, eqîd Nacî Siyamend di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Serê sibehiya îro duşemî 31ê Cotmeha 2016 li gundê Xirab Bêt li Mêhwera Tilsiqofê, dema ku şehîd Sidîq mijûlê geryan li dûv bombeyên çandî de bû, ji aliyê çend çekdarên DAIŞê ve ku di nava malekê de xwe veşartibûn, hat şehîdkirin.” Nacî Siyamend herwiha got: “Şehîd Sidîq roleke giring hebûye di pûçkirina wan bombeyan de ku DAIŞ li pey xwe bi cih dihêle. Wî li çend mêhwerên cuda bi sedan bombe pûç kirin û pirsporiyeek baş di vî warî de hebû û çend xûl jî dîtibû.” Wî efserê Hêza Pêşmerge tekez kir, ku çend pêşmergeyên din di ber destê şehîd Sidîq de li ser pûçkirina bombe û mayînan hatine perwerdekirin û di wî warî de bûne pispor.Şehîdbûna wî efserî di demekê de ye, ku duh fermandeyê pêşmerge, Dr. Silêman (Sait Çurukaya) jî li nexweşxaneyekê li welatê Almanya şehîd ketibû. Dr. Silêman roja 26ê Cotmehê, di encama teqîna bombeyeke DAIŞê de li gundê Faziliye yê li Mêhwera Başîkê bi giranî birîndar bibû û piştî çareseriyên destpêkê li Kurdistanê, bo berdewamiya çareseriyên pizîşkî bo welatê Almanyaê hatibû şandin. Li Nexweşxaneya Koblenz a Almanyayê çend neştergerî bo Dr. Silêman hatin kirin, lê piştre hat gotin, ku mejiyê wî sekiniye û tenê dilê wî kar dike û di bin cîhazan de dijî. Dr. Silêman duh yekşemî bi yekcarî dilê wî ji kar ket û bû şehîdê Kurdistanê.Rudaw

Back to top button