Efserekî dezgeha Dije Terorê ya Iraqê ji ajansa “Reuters“ re ragihand, îro hêzên Iraqî gihêştin nava taxa Keramê ya bajarê Mûsilê û niha şer û pevçûn di navbera hêzên Iraqî û çekdarên DAIŞê berdewam e.Tê zanîn ku, ji destpêka operesyona leşkerî ya rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê ve, yekem car e hêzek digihe bajarê Mûsilê.Piştî du hefteyan ji destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê, ku li derdora wî bajarî şer bi rê ve diçe, hêzên Iraqî pêşveçûnê berve nava bajêr ve dikin, îro danê sibê jî li navçeyên başûrê rojhilatê Mûsilê wek gundê Elî Reş û Gogcelê li nêzîkî dergehê Mûsilê hatin kontrolkirin.
Pêş
30/10/2026
Bêyî nûbûna siyasî Îsrail dê asê bimîne…!
29/10/2026
Wall Street Journal: JD Vance bi fermana Trump peyamek ji Mohsen Rezaei re şand
Balkêş e ?
Close
-
Çinîna birinca Qerecdaxê dest pê kir..28/10/2026


