Cîhan

Piştî 456 salan dîsa

Li Bakurê Emerîkayê rojvegera 21’ê Berfanbarê û girtina hîvê di heman demê de pêk were.

Da xuya kirin ku girtina hîvê û rojvegera 21’ê Berfanbarê ji 456 sala carekî çê dibe. Ji Civata Astronomiya Qraliyeta Qanadayê Fary Boyle da zanîn ku ger rewşa hewayê asayî bibe girtina hîvê li seranserê Qanadayê xuya bibe.

Ji pisporên Astronomi yê Zanîngeha Carleton Ottowayê Prof. Robert Dick jî da zanîn ku ger şev jî bibe  temaşakirina girtina hîvê bi çavekî rût nabe divê dûrbîn yan jî bi teleskopan bihête temaşakirin.

Di daxuyaniya NASA’yê jî hat gotin ku ‘’Li gor qeydên me herî di sala 1554’an de ew tesadufê tarîxî pêk hatiye û piştî 456 salan carekî dî pêk were. Di dema girtinê de Hîv xwe bi rengê sifirê (paxir) bixemilîne.

Girtina Hîvê di 21’ê Berfanbar û roja Sêşemmeyê li gor demjîmêra Qanadayê seat di 01.33’an de destpê bike û seat di 02.41’an de jî bidawî bibe.

Back to top button