Civak

Ji bin erdê çekên mezin derdikevin

Poyrazkoy deverek herêma leşkerî  û nêzikî bajarê Stanbulê ye. Sala 2009-ê di çerçova doza Ergenekonê de, bi biryara dadgehê devera Poyrazkoy hatibû kolandin û hinek çek hatibûn dîtin. Niha piştî doza Balyozê destpêkirî cardin di heman deverê de lêkolin hatin kirin û di bin erdê de gelek çek derketin.

Li gora tê ragihandin efserek bilind yê girtî li xwe mikur hatiye û di derbarê çekên veşartî û planên lêşkeran de agahdariyên girîng dane. Dê ev çekên nû hatîn dîtin , bandora xwe li rewşa doza Ergenekonê bike.

Back to top button