Dîwana Ahmed Balayî Baxçê Evînê
Dîwana Ahmed Balayî „Baxçê Evînê“ ji nav Weşanên Han derket
Dîwana Ahmed Balayî ya bi nave Baxçê Evînê ji nav Weşanên Han derket
Dîwan ji helbestên stranan pêk dihê û bi sê beşan hatiye dabeşkirin. Beşê yekemîn helbestên stranên eşq û evînê û meqam û mewalan e.
Beşê duyemîn helbestên sirudên nîştîmanî, civakî û şoreşgêrî ne. Beşê sêyemîn jî helbestên karesat û xem janên gelê Kurd e.
Nasnameya pirtûkê wisa ye:
Baxçê evînê – Ahmed Balayî
© Han-Grafik & Ahmed Balayî
Çapa 1.
Berlîn/Tebax – 2010
Weşanên Han – 36
Helbest – 14
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Cranachstr. 62 12157 Berlîn
Tel.: 00 49 (0) 30 47 98 70 52-53
Fax: 00 49 (0) 30 47 98 70 54
Kesên ku bixwezin van helbestan biken stran, tika ye pêwendiyê
bi vê emailê biken:
[email protected]
ISBN: 978-94040997-32-6
Kerem bikin beşek ji dîwanê li jêr hatiye pêşkêşkirin:
Diyarî ji bo…
Giyanê hunermendê mezin û dahêner Mihemed Şêxo ku bi dengê xwe yê zelal aşiq û evîndar mest û serxuş dikrin, baxçên dilan bi awazên rengîn geş dikrin. Rûndikên daykên şehîda ji evîna welat zuha dikirin.
Zaroyên nav pêçolk û landikan bi peyvên nazik tena di kirin, deşt û lat û çem û çiya bi dengê xwe yê zelal pir di kirin,em li jiyê zarokiyê fêri eşqa welat kirîn.
Ji bo.. tevayan hunermend û aşiq û evîndarên peyva Kurdî ku bûyîne parêzvanên çand û kultura Kurdî û helwistê xwe li hember zulm û sitema hêzên dagîrker neguhartîn û bi serbilindî çûyîne gorê.
Pêşgotin
Wek tê zanîn îro di nava gelê Kurd da gelek hunermend û genc û lawên deng xoş hene pêşerojek geş û zelal li pêşiya wane, ku bi bin stêrên geş li esmanê hunerî. Çand û Kultura Kurdî bi deng û awazên xwe yên resen bi parêzin û nifşên nû bi şêwek zanistî û ekadîmî li ber dest wan perwerde bibin. Lê mixabin piraniya hunermenda ji layê têkista û helbijartina peyva zor di lawaz in û di kêm ezmun in. Dîsan di warê rewşenbîriya hunerî ve di valan e lewma hin caran mirov hest bi deng û awazek xuş dike, lê dema têkist û peyvên wan guhdarî bikey cihê pê kenînê ne, ew jî ji sedema ne şarezaya wan e di lêkdana peyvên ne guncayne di mîludyê da. Ji ber ku tam û xoşiya stran û awazan bi têkistê tê xemlandin. Ew strana peyv û têkistên wê disist û xav bin, mîna xarina bê xwêy e. Ji ber ku hunermendê serketî bi helbijartina têkistê û awazên nû û zanistê hunerê serdem tê naskirin. Niha her kes xwe bi hunermend dizanin kes xwe bi kesê nadet. Her kes bi xwe peyv û têkistên stranê didanin, yan bab û birayên wan dê têkista stranê nivêsin û êkser kene stran bê ku wê têkistê bidet kesek şareza di warê hunera stranê da, yan pîvan û sansorek li ser berhemê wan hebît, ka ew peyv bi kêrî stranê dihên yan ne. Ji ber ku afrandina helbestê ne bi zanîn û zorî ye ku, her kesê bixazît helbestê bi afrîne. Vehandina helbestê hunerek taybete ku ne bi hêza mila ye, ne jî bi bawer namên bilind e, ne jî bi zengîniyê ye, belku ew jî xelatek xwezay ye her kes nikare xwe bavêje nav pêlên deriya edeb û hunerî. Helbet ew xemsarî û berelayî karesate ji bo nasandina huner û çanda Kurdî. Dîsan beşek ji berhemên niha li ser şaşên medya Kurdî dihêne belavkirin û temaşe kirin dê bîte zerer û ziyan ji bo pêşe roja çand û kulturê Kurdî.
Pêwîst e desteyek ji mamosta û hunermendên ekadîmî bi giranî li ser wan berhemên dibine kilîp yan ew stranên li medya belav dibin rawestin sinor ji bo bêne danan, da Kurd bibine xwedî hunerek resen û jêhatî, ne her kes bi be hunermend di mala xweda û li gor zewq û gêwilê xwe dest têwerdanê di edeb û hunerê Kurdî da biket. Yan kesek xwedî pare û piroje be her navberekê elbûmek strana bi parek xeyalî derbêxe ku ew stran bi bine ziyan ji bo pêşerojê. Helbet hunermend ne tinê ew kese yê çend strana bêjît, yan deng xoş bît, yan yê zengîn bît. Belku hunermend ew kese yê guhartin û nûxaziyê di deng û awaza da bike peyv û têkistên guncayî bi helbijêre û tiştê nû bi afrîne. Hunermend ew kese yê serinca xelkekî berbi dengê xwe rakêşe. Niha li Kurdistanê hin kes kirine hunermendên mezin û navdar bê ku wan kesan kar û xebatek hunerî encam dabît yan guhartinek di çand û hunrê Kurdî da kiribît. Piraniya hunermendên niha stranên xwe li ser dîwarê filiklorê Kurdî ava diken û awazên gelerî dizin dikene malê xwe, ne stranên filklorî bi şêwek rast bi kar dihînin, ne jî guhartinê di hunerê nû da diken.
Îro li Kurdistanê huner bûye yarî û pêkenîna ser zarên xelkê, her kes xwe li meydana hunerî di bîne. Lewma ez neçar bûm min hewildaye jimarek helbestên eşq û evînê, helbestên sirudên nîştîmanî û karesatên gelê Kurd di nava vê pertûkê da tomar bikem û pêşkêşî genc û xurtên Kurdan bikem ku bi xwe mifay lê wer bigirin û têkistên guncayî helbijêrin û bi sîstematîk karê xwe yê hunerî organîze biken û xizmeta çand û kulturê xwe biken da hunerê Kurdî bi şêwek zanistî û ekadîmî bête naskirin û gelê Kurd şanaziyê bi karê wan yê hunerî biken, da genc û lawên me berê xwe ji stranên biyanî wergêrin û xwe dahêlin nava pêlên deriya hunerê Kurdî, ji ber ku hunerê Kurdî deryayek bê bin e çi qas mirov yê melevan û pehlewan bît nagehîte dawiyê.
Helbet dema em basê wan stranbêja dikeyin ne ji bo tev hunermend û stranbêjan e, belku mebesta me bi wan kesan e ewên çi ji huner û rewşenbîriya hunerê Kurdî nezanin û xwe diken serkêşên karwanê hunerî û deskariyê di di çand û kulturê kurdî diken, eger îro gelê Kurd bi dehan hunermendên navdar û hêja hene cihê serbilindya gelê Kurd in û cihek taybet hene dilê xelkê Kurdistanê da. Çawan Kurdan bi sedan helbestvan hene lê ji wan helbestvanan tinê jimarek kêm helbesta stranê dinivêsin ku her kes nikare helbesta stranê binivêse, wisan stranbêj jî hemî nikarin bi bine hunermend û derheq hunera stranê derkevin.
Wek tê zanîn ku Bakûrê Kurdistanê bingehê çand û kulturê resenê Kurdî ye taybet herêma Botan, Hekarî, Şirnex … ku piranya welatên herêmî bi xwe mifa ji çand û kulturê Kurdî wergirtiye û xistiye ser navê netewên xwe. Îro jimarek berçav ji hunermend û stranbêj û musîk van û saz jenên navdar li Bakûrê Kurdistanê hene, lê dîsan piraniya wan di warê helbijartina têkistan da di sist û lawaz in, ji ber ku kesk nîne ji wan re têkista stranê binvêsît, yan her hunermendeki çend peyv dane berêk û kiriye stran bo wî ne xem e ka ew peyv bikêrî stranê dihên yan ne. Lewma deng û awazên wan di xoş û dil vekerin lê ji alê têkistê ve zor di hejar in.
Helbet ev peyvên min înayine ziman ne ji bûna wê êkê ye ku ez pesna helbestên xwe dikem ku di bê kêmasiyî ne, ji ber ku çi kar û xebat bê kêmasî û leng û lawazî derbas nabin. Lê eger stranbêjên me di şareza bin di warê hunerî da dê şên jimarek baş ji têkistên stranên eşq û evînê û sirudên nîştîmanî di nav ropelên vê pertûkê da helbjêrin û bi xwe mifay lê wergirin. Her çende jimarek ji helbestên xwe yên çapkirî jî min dane li gel helbestên vê pertûkê da ku hemî bi be êk riste ku hunermend bikarin têkistên guncayî bi xwe jinav baxçê evînê helbijêrin û hunerê Kurdî berbi asoyek berz û bilnd biben û dilên xemgîn û birîndar bi deng û awazên xwe geş û şad biken.
E. Balayî- Berlîn
Evîna dil
Ji ber caniya wê bejna te
Davên rojê min qetandin
Girnijîna li ser lêvên te
Find û çira vemirandin
Pêlên bayê evîna te
Xem û janên min revandin
Bes vî dilî bi şewtîne
Ey xanima gerden zirav
Hizr û bîrên min ne mane
Ji ber dilbera dêm befr û tav
Sing û ber baxçê gulane
Ser û sîma girtî xonav
Can û dil ji bo te sutîne
Carek te li min nekir silav.
Dilbera min
Şala pişta xwe girêde
Bejn û bala bi xemlîne
Birh û çava pirî kil ke
Dest di gerdena min werîne
Şemalên jînê hil ke
Min li ber singê xwe binvîne
Bes dilê min bi tîra kulke
Cutê memka ji minra bîne
Kavlê vînê nû avake
Bes cergê min bi helîne.
Wênê yarê
Wênên teyên can û rengîn
Bi sêhrên çava dê helînim
Bi soz û peymanên evînê
Perên dila dê nexşînim
Heya geş dibît baxê jînê
Sing û bera dê çerînim
Wisa Perî
Dê te kem bûk ji xwera înim
Kul û xemên hinde sale
Ji vî dilî dê derînim
Ger hîvyên me bi cih nehên
Dê canê xwe di rêya te da şewitînim.
Bîrewerî
Çi car ji bîra min naçî ey şirînê
Te xistim xefk û davên evînê
Were saxke bi kewîne vê birînê
Da geş bibin bişkojên baxê jînê
Bextê teme wê pêça reş
Li ser çavên xwe hilîne
Ew dilê ji eşqa min pîr bûy
Careka din bişkorîne
Ew bînahya ji çava sil bûy
Ji bo dîtna min vegerîne
Ew lêvên ji maça zuha bûyn
Li ser wan rûya bi girnijîne
Ew umêda di hizrên min da
Bûye xewn
Li ber singê xwe binvîne
Da rojek nû
Li ser çiyayên me bi helêtin
Mizgîniya azadiyê
Bibe xelat ji mera bêtin
Kaniya hîvî û umêda
Li cih û warên me bizêtin.