Damezrandina Kurdistanekî serbixwe ne dûr e
Şewirmendê Serokê Dewletên Yekbuyî yên Emerîkayê Obama yê Parag Khanna da zanîn ku sala bê Kurdistanekî serbixwe saz bibe, ger sala bê nebe jî damezrandina Kurdistanekî serbixwe ne dûr e.
Şewirmendê Obama yê herî genc Parag Khanna ji kovara Îbrani ya Globseyê re nirxandinên balkêş kir.
Şewirmend Parag Khanna got : Ez ne wek kesên dî me, yanî baweriya min bi fal û xeyalê nîne. Lê analîzên li ser rewşa heyiyê, ji me ra derfetên pêşbîniya pêşerojê dide.
Khanna şewirmendê herî genc ya Obamaye lê li aliyekî dî, yek ji grîngtrîn endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye. Gelek kîtabên wî hene û li DYA û Ewropa xwediyê gelek xwendevane.
Parag Khanna li ser mijarên pêşveçûyinên Rojhilata Navînê jî nêrîn û pêşbîniyên xwe anî ziman û ji bo Kurdan jî got : Îhtîmalekî mezine ku sala bê li Iraqê Kurdistanekî serbixwe bihête damezrandin ger sala bê jî nebe damezrandina Kurdistanekî serbixwe ne dûr e.