Cîhan

Piştî 2011ê ti leşkerek amerîkî li Iraqê namîne

Li gora ku AKnews radigihîne, Malikî di daxuyaniyekî ya xwe de got: “Pirsa mayîna hêzên Amerîkayê, di çarçoveya rêkeftinameya di navbera Bexda û Washingtonê de ye ku piştî 2011, ti leşkerekî biyanî di Iraqê de manîne lê hebûna pisporên sivîl û yekîneyên bo perwerde û rahênana leşkerî Iraqê, tiştekî asayî û siruştî ye û li her derê dinyayê kar pê tê kirin.”

Malikî got, “Iraqê kariye dewleteke demokratîk ava bike  û tê de azadiya siyasî û ragihandinê heye, niha jî piştî bicihbûna rewşa asayîşê, di warê siyasî, aborî û civakî de pêşveçûn çêbûye.”

Cihê bibîrxistinê ye, ev demek e Lîsteya El Iraqiyeyê ya bi serokatiya Eyad Ellawî daxwaz ji Malikî dike ku helwesta xwa ya li hemberî pirsa mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê aşkere bike.

Li gor Rêkeftina SOFAyê ya di navbera Amerîka û Iraqê de ku di sala 2008an de hate îmzekirin, divê heta dawiya îsal hemû hêzên Amerîkaê ji Iraqê vekişin. Niha 47 hezar leşkerên amerîkî li Iraqê hene.

Back to top button