Polîtîk

Piştî 18 salan serokê Yekgirtuya Îslamî hat guhertin

 

6emîn kongreya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK), bi dawî bû. Di kongreyê de, serok û endamên nû yên rêvebiriya partiyê jî hatin hilbijartin.

Berdevkê 6emîn kongreya YÎKê, Teha Soleyî, ji AKnewsê re got ku,  doh 6emîn kongreya YÎKê bi merasimeke taybet bi dawî bû û  piştî hefteyek din dê endamên nû yên polîtburoyê, ku 12 kes in, her wiha 2 cîgirên serokê giştî dê ji aliyê rêvebiriya partiyê ve bên destnîşankirin. 

Di belavoka dawî ya kongreyê de tê gotin ku, di hinek bendên programê de guhertin hatine kirin. Yek ji wan guhertinan, destnîşankirina rêjeya 25% bo jinan li nav hemû saziyên partiyê de bû.

Li gorî daxuyaniyê, di program û stratejiya 4 salan a YÎKê de, bo cara yekê avakirina dewleta kurdî li Herêma Kurdistanê wek mafê rewa yê gelê kurd hat pesendkirin. Ev guhertin, wek guhertinek girîng di stratejiya kongreyê de hat nirxandin. 

Her wiha, di program û siyaseta YÎKê de, cext li ser reformên siyasî û têkoşîna dijî gendeliyê û pêşxistina dadperweriyê li Herêma Kurdistanê hat kirin û şêwazên aştiyane û gotûbêjê wek çareseriya zelal bo aloziyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê qebûl kir. 

Di kongreya 6emîn a YÎKê de, 755 endam beşdar bûn û Mihemed Ferec wek serokê nû yê YÎKê, li cîyê Selahedîn Bihaedîn,  hat hilbijartin. Piştî 18 salan ji damezrandina Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê (1994), ev yekemîn care serokê wê tê guhertin

 Di kongreyê de 35 kez bi serokatiya YÎK hatin hilbjatin ku 9 ji wan jin in.

 

 

Back to top button