Nivîsar

Piştgirî bo serxwebunê

 Hêjayîyeke here paqij, here rasteqîn Welate.Tenê Welat dikare yekîtya milet ava bike.Ya, ku mirov bilind dike, Welate. Eger ji min bipirsin gelo Xwedê heye…? Ezê bê navber bêjim- Erê. Xwedê nêzîkbuna germ u ji dil hatî, ya her mêrîkîye himber Welatê xwe, himber ziman, çand u kultura xwe, himber wê xezînê, ku milet bi qurnan afrandiye. Xwedê bawarîke kur u pîroze himber vê dewlemendyê.Em, kurdên Sovêta berê, me Kurdistan nedîtibu, lê ew tim di dilê meda bu. Xewna her yekî ji me ew bu, ku kurd jî bibin dewlet, wek miletên din, lê em ser erdê xwe derbider, bê par u bê heq bun.Bi sedan salan em nava xunê, talan u tunekirinê da jîyane. Dijminên me, bi yek dengî, tu tişt nema anîn u heta naha jî tînîn serê me… U ev gişt bar çevê dunya mezin, lê belê, dunya kor. Gelek cara taqet meda nemaye, em şewişîne, tewyane, lê em neketine, em mane ser piyan u hatin u gihîştin hetanî rojên îroyîn. Iro em bêjin ”sipas” bo rohê netewatya me, ya berz, bo zargotina meye bêhempa u bo ewledên qehreman u cangorî, yên miletê kurd. Sed salên din jî ser mera derbasbuna, emê dîsa bimana wek xwe, ber ku em coda ne, emê nikarbuna bibin turk, ereb u ecem, ber ku, ça min got, em kurdin. Parastina ruhê miletye gelek girînge… Hiromya dunya girtibu destê xwe, lê gava ruhê netewaya xwe undakirin Hirom jî unda bu.Berxwedana me avêda neçu… Li başurê Kurdistanê, ser rêbaza M. M. Barzanî, qehremanê lêgêndar, yê miletê kurd, hêlînek kurdan ra çê buye, li kîderê em bi hêsanî hewa azadyê dikişînin. Ev hêlîn gelek nazik u hesase, lê ew rê xwera paqij dike berbi serxwebunê. Li vê hewildana qederîda, piştgirya her kurdekî bi xîret u dilsoz, zor peyvîste.Hema ser vî esasî şandeya Kongrêya Komeleyên Kurd berê xwe da Kurdistanê.Roja yekê em ji alyê serokê herêma Kurdistanê, birêz Mesud Barzanî va hatin pêşwazîkirin. Serkêşê şandê, birêz Pr. Kinyazê Ibrahîm em yeko-yeko bi serok dan naskirin u bi axaftineke pir bi naverok xastekên kurdên sovêta berê ser rêferenduma serxwebune anî ziman. Hevdîtina bi serok ra xewnek bu bo min u naha min ew nêzîk va didît u dibihîst. Şabuna ketibum heyecanê, nigê min erd nedigirt. Dawyê da birêz Barzanî axifî, axaftina wî serxwe, bêlez, lê bi biryar bu, dengê wî jî wek mêlodî dihate guhê min. Min xwe hazir dikir herim cem wî, dilê min xweşik lê dida, ez bi gavên nerm nêzîkî wî bum u min tembureke biçuk, ya bı dest çêkirî, wek suvînîr dîyarî serok kir u got- Kek Mesud, bira jîyana kurda ji vir pêra tembur be. Serxwebuna Kurdistanê ragihîne u ez jî sitirana ”Welatê me Kurdistane”, ku min berî 52 salan di radîoya Yêrêvanê da sitiraye,wek nîşana serketinê, carek din bistirêm. Kêfa wî gelek hat, bi avirekî naz u bi şabuneke ji dil min nihêrî u got- Enşallah… Belê, ew sitiran heta îro jî aktuele…Bira xwendevan min biborin, lê cem min ew hest çê bu, te qey tire em endamê malbatekê bun, lê me  salên dirêj  hevdu unda kiribu u me nişkêva hevdu dit… Ezê tu car vê hevdîtina me bîr nekim.Rojtira din em çun serdana zyareta êzdyan, Lalişa Nuranî, dêlêgasîon bi temamî çu nava zyaretê u sêrêmonyayê da cî girt. Em çun zyareta pêşmergên kurdên êzdî, ew gelek bi mara şa dibun u min sitiranek pêşkêşî wan kir,  gişta sitiran min vedigerandin u gelek bi moral bun. Lê gava mê Baba Şêx dît gişt zendegirtî man gava şêxê misilman, ku endamê dêlêgasîone bu, Şêx Remezan çu destê Baba Şêx. Ev bo gişta bu tiştek sênsasîonêl, lê usa jî tiştek pir bi rêz u hurmet.Heman rojê em çun serdana sengera pêşmerên ”Pilingê Reş”. Me nêzîkva karê wan, yên pîroz şopand u min hîs dikir em çune dunyak din. Gênêral Sîrwan Barzanî u pêşmerga em bi dilgermî qebul kirin. Ji şabuna dilê min dihat ji cî derkeve u ez difikirîm, hey hewar, gelo ev rastîye, yan xeyal… Berêda meremeke min hebu, ku konserta pêşkêşî pêşmergan bikim, lê mecal min ra saz nedikirin. Gotinek heyê divê- Xwedê merya ji kirinên wan kasan biparêze, kê ku xwe wek ”kiralekî mezin” divîne, ne ku kiral bi xweye….Naha îdî dem hetibu, ku xasteka dilê xwe bînim cî, min bi dengekî hêz dest bi sitirana ”Welatê me Kurdistane”kir. We gerekê bidîta çevên wan ça dibiriqîn, çawa kêfxweş dibun te tirê dunya dane wan, gişta, nav wanda jî gênêral Sîrwan Barzanî, hewil didan bi minra tevayî bistirên u sitiranê li min vegerînin. Gava sitiran qedya, me dît pêşmergekî kohn digirî u hêsir ji çevan têne xwarê. Wê demê min xwast herim cem wî, destê wî bigirim, maç bikim u daynim ser serê xwe, ber ku ew dest min u welatê min diparêzin ji dijminên nemam u dirinde, ber ku ew garanta serxwebunê ne.Gerekê bêjim, wekî çuyîna me li Kurdistan rojên herî bi qîmet, bextewar u rojên pir bi şabun u hestên xweş  bun di jîyana min da.Sipasya xwe didim kek Abdulsalam Zibarî, Danar u Narînê, ku her tişt kirin bo me, xwe mera westandin, wekî em xwe xerîb nebînin. Her bijî mala kurda, ya bi navê Kurdistan.Aslîka Qadir- rojhilatzan, hunermend24.4.2017    

Back to top button