Civak

Pişgiriya teqîna Reyhaniyê li qada Teqsîmê

Çalakvanên li Yalovayê

 

Li bajarê Yalovayê jî, îro çalakî ji bo piştgiriya çalakvanên li Meydana Teqsîmê hebû.

 

Li Riya Cumhuriyetê li pêşber peykerê Ataturk bi qederê 60-70 kesî ku pirabnî zarûk û ciwanên 15-20 salî ne kom bûbûn û qîr û qiyamet radikirin.

 

Ev çalakiyên ku li gelek bajarên Tirkiyê dibin, piştî teqîna li Reyhaniyê gur bûne û herwekî piştgiriya wê teqînê dikin bi dengekî berz destjikarkêşana Serokwezîr Erdoganî dixwazin.

 

Lê belê çalakvanên li Meydana Teqsîmê, berî heftiyekê ew şikefta ku li Dêrsimê nû hate vekirin û ku ji hestiyên Kurdan tije bû ku ew di 1938an de bi jehriyê hatibûn kuştin, nayê bîra wan ”demokrat” û komunîst ên ku çalakî dikin.

 

Yalova 03/06/2013

Rojeva Kurd/ Yalova

 

 

 

 

 

 

Back to top button