Kultur

Pirtukek nû li ser tevgera azadixwaz a kurd

Pirtukek nû di derbarê tevgera azadixwaz a Kurdistana Suriye de bi zimanê Tirkî derket.

Siyasetmedarê kurd Selah Bedreddin  di derbarê pirsa kurd li Suriye û pêwendiyên dewletên herêmê û li ser jiyana xwe ya siyasî kiteba duyem bi zimanê erebî nivîsandiye. Ev kitêb niha jî bi zimanê tirkî derketiye û ji aliyê weşanxana Hîvda ve hatiye çapkirin û tê belavkirin.

Pirtuk ji bo ronî kirina beşek girîng di qonaxên tevgera kurd de gelekî girîng e. Herweha di pirtukê de Bedreddin behsa pêwendiyên xwe li gel partiyên din yên Kurdistana suriye û beşîn din yên Kurdistanê jî dike.

Ji bo destxitina pirtukê:

Hîvda İletişim
Büyük Reşit Paşa Cad. Yumni İş Hanı No: 20/45
Vezneciler İstanbul , Tel: 0 212 5195944, [email protected]

Back to top button