
Pirsa erotîzmê û evîndarîyê çiqasî pirseke têkilhevbe jî, çiqasî ev têgeh hevdû dahf bidin jî, çiqasî formata xwe biguherînin jî, pirsgirêk bi hemû tazîbûna xwe di pirtûka nivîskar de baş derdikeve pêşberî xwîneran. Di pirtûkê de nivîskar behsa Evîndariya Dîno û Dînê dike. Li gora rastî û bûyerên di pirtûkê de evîndarî – erotîzm di navbêyna dû kesên Kurd de derbas dibe.
Pirtûka binavê ‘Dîno’ 87 rûpel e. Di edebiyata cîhanê de wekî Romana bi navê Novel an bi navê Romançe tê pênase kirin û tê qebûl kirin. Pirtûka çîroka a Roman ji alîyê rojnemeger Sevda Kaplan ve hatiye nivîsandin û ji weşanxaneya J&J derketiye. Vêga li hemû pirtûkfiroşan de cihê xwe girtiye.
