ŞÜKRÜ ASLAN

Ji ber hilbijartinên pêşwext, yek ji mijarên herî girîng û siyasî yên van rojan, bêguman hewldana hin partiyên “neteweperest-muhafazakar” e ku bi HDPê re li ser heman maseyê rûnenin. Her wiha, tevî ku di gelek komîsyonên TBMMê de, yanî li ser ‘eynî maseyê’ bi hev re dixebitin. Tevî hemû nakokiyên xwe jî, vê polîtîkaya ku ji aliyê partiya desthilatdar û alîgirên wê ve hatiye avakirin, bandor li beşekî berfireh kiriye, di nav de sosyaldemokrat jî. Bi dîtina min ev rewş astengiya herî girîng a siyaseta ‘Tirkiyê’ ye.

Ev helwesta siyasî ya ku ji aliyê demokrasiya Tirkiyê ve hatiye avakirin, ne rewşek nû ye û li gorî rabirdûyê referansên tund hene. Abdülhalik Renda ku piştî îlankirina komarê jî wek Serokê Meclisa Netewî ya Tirkiyê wezîfe kir, wiha nivîsî: “Ez îhtîmal nabînim ku li ser axa Tirkiyê ya ku di nav me de maye, du milet bibin xwediyê heman hêz û desthilatdariyê”. Wî her wiha bi zelalî nivîsiye ku mebesta wî ji “du miletan” Tirk û Kurd in. Ji ber vê yekê, hin tedbîrên radîkal li ser ya din hewce bûn. Mînak; derxistina wan ji gundên wan, li şûna wan koçberên Tirk û yên mayî jî Tirkkirin! Abidin Özmen, Mufetîşê Giştî yê yekem, di sala 1927an de jî hesabê vê wezîfeya ‘netewî’ kir. Li gorî wî, pêwîst bû her sal 3000 kes tenê li devera çavdêriya xwe veguhezînin parêzgehên rojava. Eşkere bû ku ewê ne ewqas hêsan be, lê dîsa jî ev pêşniyar zû bûn siyaseta dewletê. Zagona Çareseriyê ya bi hejmara 2510an a di sala 1934an de hat derxistin, yek ji metnên berfireh yên vê polîtîkayê bû.

Di rewşek siyasî ya wiha de, nabe ku Kurd çawa bên temsîlkirin. Yek partiya desthilatdar beriya niha hema hema hemû wekîlên Tirk ji bo ‘nûnertiya’ hemû bajarên Kurdan hilbijartibûn. Hema hema hemû ji rojavayê welêt, ji Balkanan yan jî ji bajarên Deryaya Reş bûn. Li piraniya bajarên Kurdan rêxistinên CHPê yên parêzgehan jî tunebûn. Mînak CHP ya ku di sala 1936an de li 50 parêzgehan xwedî rêxistin bû, tenê li Beyazit, Çewlik, Bedlîs, Diyarbekir, Elezîz, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Tuncelî, Riha, Erzincan û Wanê xwedî rêxistinek parêzgehî bû. Di rewşek wiha ya siyasî de ji bo Kurdan jî memûrbûn bû pirsgirêk. Li gorî agahiyan, ji bo hin memûrên ku wek “ji nijada Kurd” tên naskirin, tedbîr hatin girtin. Mifetişê Yekemîn ê Giştî Îbrahîm Talî di rapora xwe ya ji bo serokwezîrtiyê de daxwaz kir ku 130 efserên di vê rewşê de ji herêmê bên derxistin. Di heman raporê de her wiha destûr nehat dayîn ku karmend bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin. Li gorî vê yekê, karmendên ku li gorî qedexeya Kurdî tevnegeriyan, hişyariya nivîskî, dubarekirina qutkirina meaş û cezayê ji kar derxistinê hatin dayîn.

Di feraseta siyasî ya serdemê de Kurd ne komek ku nêrîna wan bê pirsîn. Ji ber ku N. Hakkı Uluğ, yek ji kesayetên girîng yên rejîmê ye, digot: “Ji wan mirovên ku wek giya bi erdê ve girêdayî ne, Kurd dibêjin. Kurd bi erdê tên kirîn û firotin, milkê axa ne. Serê Tirkan li jor e. Muhra esaretê li eniya xwe naxe. Ji bo ku gundekî Tirkan hilweşe, pêwîst e berî her tiştî ew gund bê Kurdkirin”. Pirsgirêka Kurd a ‘demokrasiya Tirk’ di ezmûnek dîrokî ya wiha re derbas bû. Her wiha Albay Nazmî Sevgen jî ku di wê kevneşopiyê de kesayetekî girîng e, di salên 1960î de, dema dihat xwestin ku Buroya Karûbarên Kurd di Daîreya Plansaziya Dewletê de bê avakirin, got, “Ji bo temsîliyeta Kurdan tiştek nehatiye kirin, em hîna jî dibêjin Kurd tunene û hemû Tirk in”. Li gorî Sevgen, wê demê ji Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê Halîl Înalcik ji bo avakirina “Maseya Kurdî” hatiye wezîfedarkirin û Nazmî Sevgen vexwendiye ku bi hev re bixebitin. Lê belê, bi gotina wî, ev “hewldana baş bi ser neket”.

Hêjayî balkişandinê ye ku îro, piştî sed salan, di demokrasiya Tirkiyê de feraseta Kurd a sazkirî hê jî zindî ye. Lê em niha di demên cuda de ne. Tirk û Kurd êdî ne li heman cihî ne. Ji bo demokrasiya Tirkiyê jî zehmet e ku li ser heman rêyê bidome. Di rastiyê de, muxatabê pirsa navdar a “Hûn ê bibin partiya Tirkiyeyê” ku heta niha bi israr ji HDPê dihat pirsîn, niha ew partiyên ku îdiaya nûnertiya demokrasiya Tirkiyê dikin. Gelo bi qebûlkirina Kurdan û saziyên wan wek parçeyekî Tirkiyê wê bi rastî bibin “partiya Tirkiyê”?  Ev pirsa bingehîn e.

BG

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: