Pirsa kurd li Sûriyê pêwîstiya xwe bi piştgiriyeke navnetewî heye

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, di Itîlafa opozsyona Sûriyê de, Hewas Egîd taybet ji BasNewsê re ragehand,  çareser kirina pirsa kurd li Sûriyê pêwîstiye xwe bi piştgiriyeke navxweyî û navnetewî heye.Di daxuyaniyekê de taybet bo BasNewsê Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, di Itîlafa opozsyona Sûriyê de, Hewas Egîd ragehand ku, ew weke nûnerê ENKS li gel şandeke opozîsyona Sûriyê li New Yorkê ye û biryare li gel gelek berpirsên bilind û nûnerên welatan re hevîdtinan pêkbînin.Nûnerê ENKS di Itîlafa opozsyona Sûriyê de, aşkere kir ku, biryare şanda opozîsyonê û nûnerê ENKS di nav de li gel Serokê Fransayê Makron, nûnerê NY Steffan De Misture, berpirsa pêwendiyên derve ya Yekîtiya Ewropa, nûnerê Îmarata Erebî û nûnerê Danîmarkê re bicivin.Derbarê pirsa kurd li Sûriyê ku, ew weke nûnerê ENKS di wê şandê de Egîd da zanîn ku, di danûstandinên me de dê babeta pirsa kurd li Sûriyê û mafê gelê kurd di destûrê de, herwiha rewşa penaberan û kiryarên çewt yên li dijî miletê me de têne kirin gotûbêj bikin û nerîna ENKS jî bigehînin wan berpirsênên navnetewî.Di heman demê Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, di Itîlafa opozsyona Sûriyê de, Hewas Egîd tekezî li ser wê yekê kir ku, êdî pirsa kurd bûye pirseke navnetewî û pêwîstiya xwe bi piştgiriyeke navxweyî û navnetewî heye.Li gor daxuyaniya Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, di Itîlafa opozsyona Sûriyê de, Hewas Egîd ji BasNewsê re ev sê rojin şanda wan li New Yorkê ye û dê heta dawiya vê mehê li wir bimîne. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: