Polîtîk

Goran: Berhem Salih ne hêjayî serokomariyê ye!

Endamekî civata niştimanî ya Gorranê dibêje, Berhem Salih hêjayî serokomariya Iraqê nîne ji ber ku wî xiyanet li partiya xwe û endam û alîgirên xwe kir.Endamê civata niştimanî ya Gorranê, Hêmin Şêxanî ji BasNewsê re behsa kandîdbûna Berhem Salih bo serokomariya Iraqê kir û got, Berhem Salih dest ji partiya xwe û hevalên xwe berda tenê bo xatirê ku bibe serokomarê Iraqê, vegeriya nav YNKê. Wî xiyanet li partiya xwe û 100 hezar alîgirên xwe kir.Hêmin Şêxanî her wiha got, ji ber wê jî Berhem Salih hêjayî wê yekê nîne bibe serokomar. YNK ji bilî wî kî bike kandîd ji wî baştir û hêjatir e.Wî berpirsê Gorranê anî ziman ku Berhem Salih hêjayî wî yekê ku ye mirov pê bilîze û got, çimkî wî ne hurmeta xwe girt ne jî ya hevalên xwe, vêca dê çawa hurmeta Kurdistan û Iraqê bigire! Ziryan Hacî /Bas 

Back to top button