Pîroz Be 8ê Adarê
Iro 8ê Adar, Roja Tekoşîn û Piştgiriya Jinan a Navnetewî ye.Di 8ê Adarê da, li seranserê cîhanê, jinan bi şîweyê cur bi cur roja hanê pîroz dikin.Jinan dadikevine meydan û kolanan, dijî tundutijiya mêran derdikevin,daxwaza mafên xwe yên reva dikin.Jinên tekoşerên Kurdistanê,Tu jî sibê derkeve kolanan, daxwaza mafên xwe yên netewî, çînîû cinsî bike.Dijî tundûtijiya mêran, sîstema mêrsalarî (pederşahî) derkeve, daxwaza yeksanîû wekheviyê bike.Daxwaz bike, ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde di hemu qonaxên proseya perwerdeyî da.Daxwaz bike, kuli Kurdistana Bakurê Kurd jî bibexudanê statuya netewî.Bi dengekî bilind hewar bike û bêje, ku”ez naxwazim keç û kurê min bibe qurbana şer û pevçûne”.Dengê xwe tev li dengên aşitiyê bike, dijî tundûtîjiya dewletadagîrker, qedexe kirina hatinûçuyinê, mîlîtarize kirina Kurdistana Bakurê derkeve û daxwaz bike PKK devjê şerê “xendekan” berde, bêşert ûmerc agirbest rabigîhine.8ê Adarê li jinên cihanê bi giştî,li dayik, xwişk û hevjinê şehidan û girtiyên siyasiyên kurd bi taybetî pîroz be.Bijî 8’ê Adarê!Bijî Xebata Jinên Kurdistan Ji Bona Yêksanî!07 Adar 2016Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK