Civak

Em di 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de Dibêjin ku “Ji Şerê Li Bakurê Kurdistanê Re Na”

 Îro 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye. Mixabin hemû jinên cîhanê vê rojê dilşad û di atmosfera cejnekê de nikarin pîroz bikin. Wek ku li gelek derên cîhanê, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî  jin tuşî  êrîş, tundî û qetlîaman dibin.Di cîhaneke ku  welatên xwedîyê 100 hezar nifûs jî xwedî dewlet in; mixabin , Kurdan bi 50 milyon nifûsa xwe hîna jî di nav dewletên serbixwe yên cîhanê de cihê xwe ne karîbûn bigirin. Em wek jin nêvîyê  miletê  Kurd pêk tînin. Lê  li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê ji mafê zimanê xwe yê zikmakî pêparin ;di  mafên civakî, aborî, tevîbûna jîyana polîtîk û heta di mafê perwerdeyê jî tûşî  neheqîyeke mezin dibin .Di rewşeke weha de, em dibêjin 8ê Adara vê salê bila bibe destpêka  geş  kirina piştgirîya hemû jinên mexdûrên şer yên li Kurdistanê .Her çiqas ev piştgirî bi taybetmendîya 8ê Adarê watedar be jî , jinên PAKê ji berîya îro û ji  îro pê vê jî wê piştgirîya xwe jibo jinên me yên ku li Kurdistanê tuşî  bi her awayên şîddetê tên bidomînin û wê bi wan re mil bi mil têkoşînê bimeşînin.Îro him wek cinsîyeteke  bindest , him jî wek beşek ji civaka Kurd û Kurdistanê li dijî şîddet, tacîz, destdirêjî, wêranî, neheqî  û zilmên ku em tuşî dibin, bi rûmet em dengê  azadî, wekhevî û edaletê bilind dikin.Em wek jin  beşek in  ji civaka ku em tê de dijîn;  lê beşeke ku  ji wekhevîyê, ji  gelek mafên xwe  bêpar in. Em dê bi rêxistin û xebatên xwe yên taybet jî  li hember cûdabûnên cinsî  yên bi her awayî û neheqîyan  dengê xwe bilind bikin, tekoşîna bidomînin.Divê em bizanibin ku,  azadîya jinê, di dîroka mirovahîyê de  her bûye  mifteyek  ku  derîyê  gelek azadîyan vekirîye. Berîya herkesî  divê em jin li vê yekê agahdar bin.Em dizanin û divê em bizanibin ku  jin,  helqeya  ewile ya  hemû nirx, kevneşopî,  ziman û çanda netewî ya Kurdan. Jin pireke di navbera duhî , îro û pêşerojê  de.Belê,  azadîya jinê beşek û katalîzorek e di  azadîya hemû beşên civakê yên  etnîkî, cinsî, olî, mezhebî  û  civakî .Em di vê hişmendîyê de ne ku jina birêxistin , temînata civaka wekhev û azad e; temînata neteweke  birexistin  e.Em wek jinên Kurd û Kurdistanî him tuşî  êrîşên dewletên serwer tên; him jî di bin zext û şîddeta mêrên ku li malên me , li kargehên me, li kolanan, li girtîgehan de ne.Jinên Kurdistanê yên ku her tûşî şîddet û qetlîaman  hatine îro jî bûne hedefa DAIŞa hov. DAIŞ jinên Kurdan  qetil dike, wan li bazaran difiroşe, destdirêjîyan  li wan dike. Jinên Kurd jibo ku him Kurd bûn û hem jî jin bûn tûşî van hovitîya hatin.Îro li Bakurê Kurdistanê di şerê ku hîna jî didome de jin, xort, zarok û bi giştî gelê Kurdistanê  tûşî şîddeta Dewleta Tirk tên. Ji vî şerî herî zêde jinên Kurd zerarê dibînin. Jinên Kurd zarokên xwe, dayîkên xwe, xwişk û birayên xwe, taxên xwe, kolanên xwe û jîyana  xwe ji dest didin. Li Sûrê, li Cizîrê, li Silopîyê, li Gimgimê, li Dêrikê, li Hezexê, li Silopîyê cenazeyên wan bi rojan di nava kolanan da ma , cenazeyên zarokên xwe bi rojan di sarincekan de veşartin, laşên wan şût û tazî bi hovane hate teşhîr kirin. Êrîşên li ser nasnameya wan ya cinsî û netewî her roj zêdetir dibe .Em bang li Dewleta Tirk dikin ku bila demildest dest ji vê şîddetê berde, bila bibîne  ev sîyaseta ku bi şîddetê vayê 90 sale didomîne tu encaman nayne. Divê demildest maf û azadîyên  gelê mê yên herî esasî yên netewî yên demokratîk  bêne bidest xistin.Em wek jinên Kurdistanê bangî  PKKê jî dikin ku , dawî li vê  sîyaseta xelet ya şerî û ya “şerê di nav bajaran”  de bîne. Ev şer zerarê dide welatê me, dide gelê me.Li ser esasên sîyasî û sivîl çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê jî ji daxwazên herî esasî yên jinên Kurdistanê ye.Jinên Kurdan herdem bûne hedefa yekem ya dewletên serwer. Lê jinên Kurdan tu caran serê netewandin e. Di hemû serhildan û şerên Kurdan de cîhê xwe sitendin e, berxwedane.  Li girtîgehan de jî tûşî îşkence, muameleyên xirab hatin lê tu carê  paşve gav neavêtine.Tekoşîna Hafsa, Besê,Gulnaz, Zarîfe xaniman, Rewşen Bedirxan, Leyla Qasim, Zekiya Alkan û hemû jinên ku di  tekoşîna netewî ya Kurdistanê de heta niha şehîd ketine;  tekoşîna hemû  xebatkar, pêşmerge û gerîllayan di rêya zadîyê de ,têkoşîna me ye.Tekoşîna li her çar perçeyên Kurdistanê tekoşîna me ye. Em li gel meşa serxwebûnê  ya gelê xwe yê  Başurê Kurdistanê ne, em li gel tekoşîna li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ya jibo azadî û statuyê ne.Bijî tekoşîna jinên Kurdistanê ya birexistinî, ya jibo wekhevî, azadî, edaletê û jibo mafê bistatubûyîna  Kurdistanê . 08.03.2016Komîsyona Jinan ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê )

Back to top button