CivakPolîtîk

Pirojeya mafê kurdan tê de nebe, em qebûl nakin

Berpirsê Pêwendiyên Derve yên ENKSê Kamîran Haco dibêje, “me daxwaz kiriye ku ew pirojeya derbarê Sûriyê hatiye amadekirin, bê serastkirin ji ber ku daxwazên me tê de tune ne, lewma jî daxwazên me neyên cîbicîkirin em bi wê pirojeyê razî nabin.”Kamîran Haco ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha me biryara vekişandina ji kongereya Cenêfê nedaye, lê em li ser pirojeya Srîfan De Mîstura nerazî ne, ji ber ku daxwaza avakirina Sûriyeke Erebî û Îslamî tê kirin, em jî daxwaza Sûriyeke fire netewe û pêkhate û demokrat û fire ol dikin, eger wisa jî nebe em razî nabin.”Haco wiha domand: “Me daxwaz kiriye ku ew piroje bê serastkirin. Em bi ti awayekî pirojeyekê qebûl nakin eger mafê Kurdan tê de nebe û herwiha jî hinek daxwazên me yên din derbarê pirsa Kurdî hene û divê bên qebûlkirin.”

Back to top button