Polîtîk

Dewleta ku PDK rabigihîne, Silêmaniyê li xwe nagire û tenê li Hewlêr û Dihokê dibe

Endamê Serkidayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û parlementerê wê partiyê li Bexdayê Arêz Ebdulah ku ji baskê Hêro Îbrahîm Ehmed e û naskirî ye ku daxuyaniyên tund li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dide, di gotarekê de ragihandiye “PDK bi hevkariya Tirkiyê dewletekê li Hewlêr û Dihokê radigihîne.”Arêz Ebdulah di rojnameya “Kurdistana Nû” de ku ya rêxistinên fermî yên YNKê ye, gotarek li ser serxwebûna Kurdistanê belav kiriye, tê de daxwaza dike ku şanseke din bo bexdayê were dayîn û pirsa serxwebûnê were paşxistin.Di gotarê de, ku bi awayekî zincîre belav kiriye, di beşê sêyemîn de di bin navê “Dewleta Kurdistanê û Partî” Arêz Ebdulah nivîsiye: “Ji demekê ve Partî (PDK) behsa serxwebûna Kurdistanê dike, ew jî mafê wê ye, ji ber ku ji aliyekî ve dewleta Kurdistanê, bê gûman mafê gelê me ye. Ji aliyekî din ve jî, di çarçova azadiya derbirîn û ragihandinê de li welatekî demokrasî, her partiyek azad e çawa helwest û karnameya xwe darêje.”Arêz beşeke mezin ji gotara xwe li ser demên borî û rewşa niha ya Herêma Kurdistanê nivîsiye û amaje bi pirsgirêkên Herêma Kurdistanê kiriye, wek berbest û rêgirekê li ber ragihandina serxwebûna Herêma Kurdistanê zaniye.Her di wê gotarê de, Arêz Ebdulah amajeyeke zelal bi wê yekê kiriye, ku ew dewleta ku PDK rabigihîne, Silêmaniyê li xwe nagire û tenê li Hewlêr û Dihokê dibe.Endamê Serkirdayetiya YNKê di çarçoveyekê de nivîsiye: “Em rêzê li hizr û boçûnên Partî digirin û wek YNKê jî amade ne bo armanceke wiha ya rewa her qurbaniyekê bidin. Lê nabe palementoya me tune be, pirsgirêkên me yên siyasî mezin bin, krîza darayî hebe, hêza Pêşmerge bi tevahî ne yekgirtî be, bandora du îdareyan hîn mabe, pirsgirêka navçeyên hatine birîn çareser nebin, artêşa Tirkiyê li Kurdistanê li gor dilê xwe tev bigere, PKK li Kurdistanê hêzeke mezin be û ligel Partî di nakokiyan keve û …. Di nava van şert û mercan û wan hemû astengiyan û bê zemîneyeke yasyî, serbazî, aborî û siyasî û bê hevhelwestî û hevplaniya ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê de, Partî bibêje. “Ez dewletê radigihînim” Baş e çawa radigihînî?”Arêz Abdulah damezrandina dewletê li ser destê Partî bi “Dewleta ser bi Tirkiye ve” binav dike û nivîsiye: “Niha gotin û gûman li ser wê yekê heye, ku ligel Tirkiyê behsa ragihandina dewleteke Kurdistanê li herdu parêzgehan Hewlêr û Dihok kiribe. Wate dewletek bi nêv Kurdî be û di rastiyê de ser bi Tirkiyê ve be?”Ew gotara Arêz Ebdulah hevdem e ligel belavkirina zincîreyek ji gotarên cuda cuda derbarê dewleta Kurdistanê, ku rojnameya “Kurdistana Nû” li dijî wê arasteyê belav dike û piştevaniya mana Herêma Kurdistanê di çarçova Iraqê de dike.Her di wê çarçovê de Endamê Serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd di gotarekê de ku ew jî di “Kurdistana Nû” de hatiye belavkirin, li dijî daxwaza serxwebûnê behsa wê dike, ku dibe ragihandina serxwebûnê  şer û tevlihevî derkeve û di wê derbarê de nivîsiye:“Herdu sînayo, sînaryoya sazkirina rapirsiyê bo serxwebûnê bêyî navçeyên ku cihên nakokiyê ne û sînaryoya sazkirina rapirsiya serxwebûnê li hemû Kurdistanê û tev navçeyên cihên nakokiyê ne jî, di van şert û mercên niha de, her sînaryoyek ji yan din xirabtir e. sînaryoya yekem dibe egera jidestana Kerkûk û navçeyên ku cihên nakokiyê ne. Sînaryoya duyem jî egera şer û tevliheviyê jê tê çaverêkirin. Ew awayê karkirina bi ser bijardeya yekem de diçe, guh nade ku ew pirs bigihe astekê jidestdana rûbereke berfereh, ku nêzîkî sêyekekê ji xaka Kurdistanê ye.” 

Back to top button