Cîhan

Peywendiya li navbera Washington û Enqere sar dibe

Wezîrê Derveyê Amerîka dilgiraniya welatê xwe li beranber sizadana karmendeke Konsolxaneya Amerika li Stenbolê nîşan da û ragihand: Ev hengav bandorê li ser peywendiyên her dû welatan dike.

Roja pênçşem Dadgeha Bilinda Tirkiye, bi tometa peywendiya tevgera Fethullah Gulen û dest hebûna li hewla darbe û kudetaya sala 2016 sizaya heşt sal û neh meh ji bo Metîn Topuz karmendê Konsolxaneya Amerîka li Stenbolê derxist.

Li vî derbarî de Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka li daxuyaniyek da balkişand li ser wê yekê û got: “Sizadana Metîn Topuz dibê sedema xerapbûna peywendiyên di navbera Washington û Enqere û bandorê jî li ser baweriya di navbera wan de dike”.

Her wiha ragihand: Amerîka dixwazê di demeke bi lez sizadana Metîn Topuz bê hilweşandin û kêşe û girift ji bo peywendiyên Amerika li gel tirkiyê de çênebê.

Back to top button