Peyvên Kurdiya Kurmancî û ferhenga bêjebêjê

Ha wisan kîjan peyv ku di kîjan helbestê de yan di gotineke pêşiyan û çîrokekê de hatiye bikaranîn, min ew peyv digel çavkaniya wê jî nivîsine, navê xwediyê wan berheman jî bi kurtî li dawiyê nivîsiye.
Zeynelabidin Zinar
Ciwanên Dilovan!
Xwişk û Birayên Hêja!
Ev e 40 sal in ku ez bê rawestin suxreya Çanda Kurdî dikim.
Niha jimara pirtûkên ku bi îmzeya min hatine weşandin, gehane 137an. Ji van, li dora 15-18 pirtûk bi alîkariya dewleta Swêdê, neh-deh pirtûk ji aliyê weşanxaneyên cuda ve weşandine. Yên dî tev bi keda min û bi diravên min derketine hole. Projeya derketina pirtûkên min, 178 e.
(Di van 40 salan de carek tenê ez çûme tahtîlê).
Ferhenga ku ev e 22 sal in ez bi awayekî çalak li serê kar dikin, peyvên tê de gehane 90 hezarî.
Eger li lêkolîneke bi rêkûpêk li hemû zava û devokên kurdî yên din bête kirin, bêguman wê bi sedê hezarana peyv derkevin hole.
Sal 1984, dema ku min dest bi berhevkirina berhemên Folklora Kurdî û tîpguhaztina berhemên Klasîkên Kurdî kir, wê demê min dest bi komkirina peyvên kurmancî jî kir ku di pêşerojê de ji bo amadekirina ferhengekê bi kar bînim. Ha wisan kîjan peyv ku di kîjan helbestê de yan di gotineke pêşiyan û çîrokekê de hatiye bikaranîn, min ew peyv digel çavkaniya wê jî nivîsine, navê xwediyê wan berheman jî bi kurtî li dawiyê nivîsiye.
Herweha min sûdeke mezin ji arşîva Elmanya, Holanda, Ingilistan, arşîva Senatoya Emerîka, ya Qahîre û Swêdê, bi taybetî jî ya Moskovayê wergirtiye. Lê belê arşîva Parlemana Tirkiyê û ya Wîlayeta Stenbolê jî, sûdeke ne kim daye min.
Bêguman kesên wek min li welatên Rojavayê pir hebûn û hene. Lê Xwedayê dilovan ew derfetên xwenasê tîpên erebî ku dabû min, (Medreseya Kurdî û Îmam-Xetîpa tirkî) li kurê dema berhemên ku bi dest diket, ji ber ku bi tîpên erebî bûn, ji min re dihate hinartin.
Çavkaniyên piraniya peyvên di ferhenga min de jî, hatine nîşandan. Ew çankanî ev in:
BK= Bwêja Kurdî
ÇF= Çîroka Folklorî
ÇK= Çanda Kurdî
DE= Derwêşê Evdî
DZF= Destana Zembîlfiroş
DS= Destana Sîsebanê.
EB= Ebdulah Xan.
EH= Elî Herîrî.
EQ= Eqîde.
EX= Ehmedê Xanî.
FT= Feqiyê Teyran.
G= Gramatîk, rêziman.
GF= Gotineke folklorî.
GK= Gotina Kalan.
GP= Gotina Pêşiyan.
HD= Hedîsa Pêxember.
HKN= Helbesta klasîk a nediyar.
KK= Klasîkên Kurdî.
KZN= Kurdekî zana yê nediyar.
LZ= Leyztika Zarûkan.
MB= Melayê Bateyî.
MC= Mîr Celadet Elî Bedirxan.
ME= Mûsa Enter.
MEC= Mîr Emadedîn Cizîrî
MEF=Mele Eliyê Findikî.
MK= Mamikên kurdî.
MK= Mewlûda Kurmancî.
MNH= Mele Nûriyê Hesarî.
MNK= Mele Nûrulah Kodişkî.
MXS= Mele Xelîlê Sêrtî.
MZ= Memozîna Ehmedê Xanî.
MZW= Mele Zeynelabidin Wanî.
NALÎ= Nalî.
NEX= Nûbihara Ehmedê Xanî.
NK= Nifireke Kurdî.
PJK= Pîrejineke Kurd.
QP= Qurana Pîroz.
R= Rêziman.
SB= Sebrî Botanî.
ŞE= Şêx Eskerî Axtepî.
ŞEA= Şêx Ebdurehman Axtepî.
SEF= Seyid Elî Findikî.
SEF= Serpêhatiya Elo û Fatê
ŞES= Şêx Evdilqadirê Sanî.
SF= Strana Folklorî
ŞFW= Şêx Fethulah Werqanisî
ŞHA= Şêx Hesîb Axtepî
ŞHY= Şêx Hesen Yasîn
ŞK= Şêx Kerbela Axtepî
ŞMC= Şêx Mihemed Can Axtepî.
ŞNB= Şêx Nûreddîn Birîfkanî
XAKÎ= Şêx Qudbedîn Korikî
XEYAM= Xeyam
XX= Xezala Xerzanê.
?= Wateya peyvê ne zelal e.
Ing- îngilîzî
(g)= Gramatîk
(m)= Mewlûda Kurmancî
(…nb) Nûbihara Biçûkan ya Ehmedê Xanî.
Herweha zayenda peyvan jî weha hatine destnîşankirin:
/M= Peyvên mê.
/N= Peyvên nêr.
Hin biraderên ku peyvên kurmancî ji min re hinartine jî ev in:
. 124 peyv, Mesûd Kizmaz ê Semsûrê.
. 2000 peyv, Mele Zeynelabidin Çardêranî.
. 2076 peyv Enisê Mele Ehmed ji Agiriyê.
Ferhenga Bêjebêjê, ji bo kesên ku Zimanê Kurdî nizanin û kesên ku dixwazin xwe fêrê Zimanê Kurdî bikin hatiye amadekirin.
Piştî vê xebata min û amadekirina ferhenfê, ez gehan vê baweriyê ku 31 tîpên Alfabeya Latênî, têra fonetîka Kurmancî nakin.
Împeretoriya MEDan 44 tîp bi kar anîne.
Niha xebata min li ser alfabeyekê jî berdewam e.
Medreseya Kurdî dema 28 tîpên elîfbêtika erebî bi kar aniye, çend tîp lê zêde kiriye û hêj perwerde pê daye kirin.
EZ I BENDA ALÎKARIYÊ ME.
KESÊN KU PEYVÊN KURMANCÎ LI BALÊ HEBIN Û KAR LI SERÊ NAKIN, BI KEREMA XWE JI MIN RE BIŞÎNIN.
Sal 1981-2 dema qeymeqami Batmanê gote min EŞŞEKÇE KONUŞMA! (Bi zimanê keran nepeyive), min rind fêm kir ku divê ez li ser kurdî kar bikim.
Xwdayê mezin alîkar û piştevanê Çanda Kurdî be.
05/ 03/ 2024. 11:44
Zeynelabidin Zinar
+46707675516