Peymaneke hevkariyê di navbera Fransa û Kurdistanê da

Yadaşt li navbera Hikûmeta Komara Fransa û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraq

Hikûmeta Komara Fransa û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraq vê yadaştê îmza dikin.

Li çarçêweya pêwendiya baş li navbera Hikûmeta Komara Fransa û Hikûmeta Iraqa Federal, her wekî li peymannameya hevbeşa di navbera wan de derdikevê li bi warê kulturî, zanistî, teknîkî û hevkariya pêşxistinê ku li rêkefta 15/06/2010 hate wajo kirin:

Li gor mercên destûra Iraqê, ku rê bi Herêman dide bernameya hevkariya derekî encam bidin li bi warê kultur, perwerde, aborî û pêşxistina civakî:

Bi hêviya pêşxistina pêwendiyan bi warê bazirganî, aborî û kulturî li gor vê peyrewa li jêre:

I. Pêşxistina hevkariya aborî, bazirganî û pêşxistina jêrxan

1. Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) li gor wê siyaseta hatiye dariştin ya ji bo piştgirîkirina veberhênanên biyanî û projeya bazirganî û pêşkêş kirina hêsankariya bazirganî li gel endamên civaka navdewletî hewl dide ji bo dozîna derfetek ji bo beşdarî pêkirina kompanyayên Fransa bi warê pêşxistin û binyatnana Herêma Kurdistanê wekî bingehekî çalakiyan ji bo hemû Iraqê.

Hikûmeta Komara Fransa bi berçav girtina girêdayîbûna aramî û xweşguzeraniya Iraq bi Herêma Kurdistanê jî ve, ji bo piştgîrî kirin û handana beşdariya bazirganiya Fransa li Herêma Kurdistanê hewl dide û ji bo bê cudahî xistineruya fermî li navbera Herêma Kurdistan û beşên dinê Iraqê li ruyê asayîş û aramiyê ve hewl dide.

2. Berçav girtina dewlemendiya li ezmûn û baştirîn peyrewa kar û kiryara teknelojiya bi warê kiştukal, Komara Fransa û kompanyayên Fransiyan hatine vexwendin ji bo dozîna bi warê derfetek ji bo beşdarî kirin û pêkve kar kirina li projeyên niha û paşarojê bi warên xwarê ve wekî mînak neku tenê sînordar bêt bi van waran:

a. Veberhênana kertê taybet li sîstema vegûhestina xorak û teknelojiya avdêrî, sarkerî ve û ajaldarî û kêlgehên danewêle.

‌b. Fêrkirina karkerên kêlgeh û xwedî kêlgehan.

‌c. Nirxandina damezrandinên fêrgeh û rahênana çandinî û kiştukalî.

‌d. Fêrkirina şareza û şêwirmendê pêşketiyên çandinê.

‌e. Bi warê perwerde û lêkolînên çandinê beşdarî kirina programên zanîngehan.

3. Her wiha Herêma Kurdistanê li pêşxistin û lêgerînên jêder û çavkaniyên neft û gazê berdewame, Komara Fransa û kompanyayên Fransî taybet bi ûze hatine vexwendin ji bo beşdarbûna li projeyên niha û paşaojê li van warên xwarê ve wekî mînak neku tenê sînordarê van waran be:

a. Palawgeyek li ser Zêya Mezin.

‌b. Berfirehkirina palawgehên neft.

c. Damezrandina kolejêk an zanîngehek li astekî bilind li Hewlêr bi hevbeşî li navbera kertên giştî û taybet ji bo xwendin li bi warê neft û gaz û jeolojî.

4.Her du aliyên wajoker her wekî her du aliyan bi dilê xwe razî bûn li ser binyatnan û pêşxistina zêdetirê Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê, Komara Fransa û kompanyayên Fransiyan hatine vexwendin ji bo beşdarî kirina li projeyên niha û paşarojê wekî mînak li van warên xwarê ve û lê belê neku tenê sînordarî van warane:
‌a. Nexşesazî û plandanan û cîh bi cîh kirina bernameya hêla hesîniya Hewlêr, Dihok, Silêmanî û navçeyên wan bajaran.
 
‌b. Dirust kirina wêstgehên pas(Otobus) û taksî li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û her wiha tora wêstgeha pas li her yek li van bajaran.

‌c. Anîna pasên standard li kertê giştî û taybetî ku li gel bingehê navdewletiyan li ruyê selametî û hesaniyê ve û kontrol kirina pîsbûna jîngehê ve biguncê.

5. Her du alî, bi derxistina giringiya birêvebirina jêder û çavkaniyên ava Herêma Kurdistanê û tevahiya Komara Iraq, hewl didin ji bo dîtina projeyeke taybet bi bilind kirina asta bandor û cûreya jêderên av û piyadekirina awayê çareser kirinê, li vî warî de warên xwarê ve û ne ku tenê sînordar bê bi van waran ve:

‌a. Dirust kirin an baştir kirina damezrawên çareser kirina av.

‌b. Nasandina teknîkên avdêrî û fêrkirina pîşegeran.

‌c. Fêrkirina şarezayan li teknîka birêvebirina av û her wiha bilind kirina asta hişyariya giştî li ser parastina av:

d. Birêvebirina jêderên av bi awayekî temamker.

6. Ber bi çav girtina bi nav û bangê cîhanî ya sîstema tendirustî û peyrewa pizîşkî ya Komara Fransa û kompanyayên pizîşkî û dermansaziya Fransî, Komara Fransa û kompanyayên Fransiyan hatine vexwendin ji bo beşdarî kirina li projeyên niha û paşaroja li vî warên xwarê ve lê belê neku tenê sînordarî van waran be:

a. Binyadnana kiryar û fêrkirinan.

‌b. Dirust kirina nexweşxane, nûrîngeh û navenda pizîşkiyên serdemiyane.

c. Dabîn kirin an firoştina kel û pel û amêrên pizîşkiyên serdemiyane û pêdana fêrkirina taybet bi pîşegeran.

‌d. Fêrkirin û dabîn kirina xula rahênanê ji bo qutabiyê behremendên kolêja pizîşkiyan û piştgîrî kirina şarezayên Fransiyan li zanîngeh û nexweşxaneyên li Herêma Kurdistanê.

‌e. Kar kirina kompanyayên dermansaziya Fransa li Herêma Kurdistan û damezrandina navenda berhemanîna derman li Herêma Kurdistanê.

7. Her du aliyên wajoker hewl didin ji bo geran û bi piştî sedema hevkariya sûdmend ji bo her du alî li warê teknelojiya û xizmet guzariya firokevanî, bi ber çav girtina her du Firokxaneyên Navdewletiya li Herêma Kurdistan û vekirina firokxaneya nû ya navdewletiya Hewlêr û şarezayiya Komara Fransa û kompanyayên Fransiyan warê firokevaniya şaristanî û endazyarî û xizmetguzariya pêwendîdarên van waran. Berçav girtina pêdana giringiyekî taybet bi firokevanê Fransa û teknelojiya û kompanya xizmet guzariyan, Komara Fransa û kompanyayên Fransiyan hatine vexwendin ji bo beşdarî kirina li projeyên niha û paşarojê li van warên xwar ve lê belê ne ku tenê sînordarî van warane:

a. Geşta bazirganî û barhilgirtina ji bo Herêma Kurdistana Iraqê.

b‌. Fêrkirin û xula nûkirina zanyariya taybet bi birêvebirina firoke û teknelojiya firokevanî û kontrola hatûçoya asmanî û birêvebirina firokxane û selametiya geşta asîmaniyan.

II. Hevkariya civakî û kulturî û danûstandina perwerdehiyê.

8. Her du aliyê wajoker hewl didin ji bo dîtina mekanîzmek ji bo beşdarî kirina zêdetirê Fransa li bilind kirina ast û cûreya xwendina bilinda li Herêma Kurdistan wekî ku li van warên xwarê ve û lê belê neku tenê sînordarî van  waran be:

a. Yarmetiya teknîkî û akademiyê ji bo zanîngehan û peymangehên bi warê taybetmendiyên cûr bi cûrê (Kiştukal, bazirganî, teknolojî, cîhûwar û zanistê civakiyan û zimanê Fransî û htd), ev cûre yarmetî jî hevbeşê vekirina li zanyarî, şarezayî û nexşesaziya babeta xwendin û ava kirina kiryaran bi hemahengiya li gel Wezareta xwendina bilinda Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

b. piştgirî kirina beşdarî kirina zanîngeha Fransiyan li perwerde û fêrkirin û rahênana karmendên xort û pîşeger li Hikûmeta Herêma Kurdistanê li her du kertê giştî û taybetî de.

c. Cîh bi cîh kirina tevahiya bernameya niha ya zemalata du qoliya xerca hevbeş ku hatiye wajo kirin li berjewendiya xwendekarên Herêma Kurdistanê ku daxwaza xwendinê ne bi warê taybetmendiyên li Fransa, her wiha amadekirina xulên dem kurt ji aliyê profesor û lêkolînerên Fransiyan li zanîngeh û peymangehên rahênanên li Herêma Kurdistanê.

d. Piştgîriya ji aliyê Hikûmeta Komara Fransa ji bo fêrkirina derketiyên ji zanîngeh û peymangehên fêrkirin û rahênana li Herêma Kurdistanê.

9. Her du aliyê wajoker hewl didin ji bo dozîna mekanîzmeke beşdarî kirina zêdetirê Fransa li bilindkirina ast û cûreya perwerde li qonaxên seretayî û navendiya li Herêma Kurdistanê li van warên xwarê ve û lê belê neku tenê sînûrdarê van waran be:

a. Rahênan ji bo binyadnana kiryara mamostayan, birêvebir û karmendên dinê di nav xwendingehê bi hemahengî li gel Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

‌b. Piştgîriya demdirêjiya her du aliyên wajoker ji bo zimanê Fransî li Herêma Kurdistanê ku ji aliyê xwendingehan Misson Laiqwe Francaise, (MLF) birêvediçê:

c. Hevbeş kirin û danustandina wan waneyên ku fêrbûn û peyrewên başan bi mebesta bilindkirina asta lêhatiya bandora perwerdeya giştî.

10. Her du aliyê wajoker hewl didin ji bo lêgerîna piştî sedema danustandina kulturî û hemahengî, ber bi çav girtina dewlemendî û siruştiya hemû awayî her du kultur li van warên xwarê ve û lê belê neku tenê sînûrdarê van waran be:

a. Encamdana semîner û wane gotinê ve li Fransa û li Herêma Kurdistana Iraq ji bo bilindkirina hişyariya du aliyan di derbarê kultur û dîroka her du gelan.

b‌. Danûstandina şarezayên kultur, bi zêdetir jî şarezayên kultura Kurdî ji bo sazumanên kulturiya Fransiyan û şarezayên Fransî ji bo pêşxistina peymangehên perwerdehî û rahênana Kurdî ji bo mîsogerkirina danûstandina berdewamiya zanyarî.

11. Hikûmeta Fransa hewleke cîddî dide ji bo dabîn kirina yarmetiya konkrîtî û hevkarî kirina dam û dezgehên Hikûmeta Herêm li warên şûnewar û kelepur û nûjenkirina cihên kevin yên li van warên xwarê ve û lê belê neku tenê sînordarê van waran be:

a. Damezrandina navenda lêkolînê ku berê ragihandibûn ji bo şûnewarnasî û zanista mirovî û civakiyan li qelaya Hewlêr bi hevbeşî û hemahengî ji aliyê Hikûmeta Fransa û Hikûmeta Iraq bi piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Her du aliyên wajoker ji bo vê mebestê hewl didin ji bo nûjenkirina du xanî li nav Qela.

‌b. Bernameya zemalat, bi piştgîriya hevbeşa Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Fransa ji bo pêdana meşq bi pîşegeran û xwendekarên li Herêma Kurdistan li ser baştirîn peyrew û awayê teknolojiya serdem ji bo çalakiyên geran û hilkendina şûnewar û çalakiya şûnewarnasiyê.

‌c. Piştgîrî ji aliyê Hikûmeta Fransa ji bo beşên şûnewarnasî li zanîngehên Herêma Kurdistan li rêya zîncîrek li wane û danûstandina ji aliyê şarezayên peyrewkarê van waran.

d. Alîkarîkirina hevbeş û çalakiya hevbeş li ser pêgeha şûnewaran çi li qelaya Hewlêr û çi cihên dinên helkendinê li seranserê Kurdistanê.

12. Her du aliyên wajoker hewl didin ji bo dîtina wan awayên ku dibîne cihê zêdetir mîsogerkirina parastina mafên mirov, bi taybetî afret û mindal û handana wekheviya regezî bi taybetî li hewlên bilindkirina asta hişyariyê di derbarê meseleyên mafê mirov, li van warên xwarê ve û lê belê neku tenê sînordarê van waran be:

a. Pêdan û dabîn kirina wan waneyên ku fêrbûn û peyrewên baş ji aliyê Hikûmeta Fransa warê mafên mirov û wekheviya regezî li cihê kar kirin û cihên giştiyan.

b. Pêdan û dabîn kirina wan waneyên ku fêrbûn û peyrewên baş di derbarê tundutîjiya dijî afretan bi peyrewa çespandina yasa û rênimayiyên sebaret bi parastina jinan.

‌c. Şîrovekirina ji aliyê pîşegerên Fransiyan di der barê kêmasiyan û mekanîzmên ji bo hêsankariyê bi mebesta baştir parastina mafên mirov û piştgirî kirina derfeta wekheviyê.

d. Pêşkêşkirina yarmetiyê ji aliyê Hikûmeta Fransa ji bo helmeta fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta bilindkirina asta hişyariya mafên mirov û wekheviya regezî û nehiştina tundutîjiyê li dijî jin û zarokan bi hemû awayekî ve.

13. Hikûmeta Komara Fransa hewl dide ji bo dîtina mekanîzmek ku bibê cihê baştir damezrandina dezgehên nivîskî û dîtinî û bihîstinê berpirsiyar û azad û bandora li Herêma Kurdistanê li van warên xwarê ve û lê belê neku tenê sînordarî van waran be:

a. Vekirina xulên fêrkirin û rahênan û dabîn kirina kelûpelan ji aliyê dezgehên medyaya Fransa û bi piştgîriya Hikûmeta Fransa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bilindkirina asta pîşeyî li hemû aliyên komkirinê ve û belavkirina nûçeyan.

b. Piştgîriya ji aliyê dezgehên ragihandina Fransa ya dezgehên ragihandina Herêma Kurdistanê li rêya vexwendina dîtina berhemanîna rojname û bernameyên radyo û telefizyon li Fransa.

III. Hevkariya fermî û dabîn kirina şarezayiyê ji bo Hikûmeta Herêm

14. Hikûmeta Komara Fransa hewl dide ji bo danîna mekanîzmek bi hemahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bibê dema terxan kirina bernameya hevkariya cûr bi cûr wekî bexşîna bi warekî taybet û bernameya binyadnana kiryar û meşq û rahênan û bernameyê din ku rêya çalaktir û bandoriya li Hikûmeta Herêmê.

15. Hikûmeta Fransa hewl dide ji bo dîtina derfeta yarmetî dana Wezaretên Darayî, Aborî û Plandanana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dest nîşan kirina warên herî pêwîstiyên ji bo baştir kirin û dabîn kirina meşq û rahênanê li nav Herêmê ya ji bo berpirsên pêwendîdarên Hikûmeta Herêmê, li van warên xwarê ve û lê belê neku tenê sînordarê van waran be:

a. Hevkariya ji aliyê Hikûmeta Fransa ji bo Wezareta Plandanan û Wezareta Darayî û Aboriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ruyê destnîşan kirina warê baştir kirina karameyî û hevkariya bi hemahengiyê li gel Wezaretên pêwendîdaran.

‌b. Xulên fêrkirinê ji bo berpirsên Wezareta Plandanan li Fransa an li Herêma Kurdistanê li ser warê birêvebirin û proseya amadekariya budce û cîh bi cîh kirina amar û dewlemend kirina behran û dirust kirina kiryaran.

‌c. Hewla hevbeş ji bo dest nîşan kirina awayê herî bandorên ku li van rêyan ve Hikûmeta Fransa dibe ku bikarê yarmetiya Herêma Kurdistan bide li ruyê sazumanî û şarezayiyan de.

16. Her du aliyên wajoker hemû hewlên xwe ji bo cîh bi cîh kirina van xalên li serî hatine behskirin li van belgenameyê de dinin rû.

IV. Cîh bi cîh kirin

17. Şêwirîneke berdewam tê encam dan li dem û cihên diyarkirî û bi rezamendiya her du alî û her wiha li rêya pêwendiya fermî ku dibe ku çav bi hemû aliyên wan pêwendiyan bixşênin.

18. Her du aliyên wajoker dikarin hemwar kirina vê belgenameyê encam bidin.

19. Li Parîs li roja 15 Hezîrana 2010 hatiye encamdan, bi dû wêne bi her du zimanê Fransî û Kurdî.

 Bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraq bi navê Hikûmeta Komara Fransa

Birêz Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê

Birêz Bernard Kouchner Wezîrê Karûbarê Derve û Ewrupa

Nêrînek

  1. Bo damizrandin û ragîhandina dewleta Kurdistanê gavekî din hat avitin, mala desthelatîya me û taybet mala serok BARZANÎ ava be.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: