Polîtîk

Peymana stratejîka PDK û YNK di qonaxeke çarenivîsaz de

Her du polîtbûroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di bin serokatiya Mesûd Barzanî serokê PDKê û Celal Talebanî sekreterê YNKê duhî  li Hewlêrê civiyan.

Di civîna navbera PDKê û YNKê de çend birayên girin hatin wergirtin:

1- Rewşa îdarî û emnî ya bajarê Kerkûkê di berçavan re bê derbas kirin. Reformên esasî li hemû saziyên wîlayeta Kerkûkê, di warê îdarî û emnî de bên kirin, bi awayekî ku aramî û pêkvejiyana pêkhatên wîlayetê misoger bike. Kûrkirina têkeliyên stratejîk di navbera kurd, ereb, tirkmen, kildan. Aşûrî û yên din de.

2- Li ser astê herêma Kurdistanê PDK û YNK, ji bona cîbicîkirina 17 xalên pirojeyê parlamentoya Kurdistanê, bi cidî bixebitin. Cibicîkirina reforman di hemû waran de, bi taybetî ew warên peywendî bi jiyana hevwelatiyan û pirojeyên xizmetgozarî ve heye.

3- Şopandina cibicîkirina daxazên xwenîşanderan. Xwenîşandan û civînên cemawerî mafekî destûrî û demokaratîk yê hevwelatiyan e ku bi wê rê daxazên xwe diyar bikin. Nabe xwenîşandan ji çarçoveyê qanûnî derbikevin û şidet bê bikaranîn ku ziyanê bigihîne kasibî û abûriya hevwelatiyan.

4- Peymana stratejîk a navbera PDK û YNKê di qonaxeke çarenivîsaz de derbas dibe. Her du alîyan pabendiya xwe bi hemû xalên peymana stratejîk dupat kir. divê baştir naveroka peymana stratejîk ji bo endam û kadiroyên her du aliyan û xelkê Kurdistanê bê zelal kirin.

5- Diyalog bi aliyên din re, bê cudahî, berdewam be. Pêwîste hemû alî bi hev re wezîfeyên xwe yên hevbeş cibicî bikin û hemû pirsgirêkan bi canê demokarasî çareser bikin û ji bona aramî, aşitîya civakî û parastina destkeftiyan hemû alî bi hev re bixebitin.

6- Civînê tekîd li ser encamdana hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê û encamdana hilbijartinln pêşwext yên parlamentoya Kurdistanê kir.

 

Back to top button