9’ê Adar

9’ê Adar

Di sala 1989’an û di rojekî wekê îroyê de Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo bi navêkî dî Bavê Felek koça dawiyê kir.

Mihemed Şêxo (1948 – 9’ê adarê 1989)

Jînenîgarî

Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîn ya Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatîya wî da malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetîyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye.

Di sala 1959´an da dest bi xwendinê dike, lê sê sal şunda dest ji mektebê ber didê. Di salên xwe yê mektebê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji tesîra wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an da dest bi dengbêjîtîyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û sala1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê.

Di sala 1972’ê da bi hinek hevalên xwe ra bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din re saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçavkirin. Ser wê yekê carek din berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan da cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirinek mezîn tê pêşwazîkirin.

Dewleta Sûriyê ji têkilîya Mihemed Şêxo û gelê Kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li haps û zindanan da dibêje û di kilam û stranên xwe da derd û kulên gelê xwe û daxwaz û bawerîyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.

Mihemed Şêxo di 9’ê adarê 1989an da çû ser heqîya xwe. Li Qamişlo ji alîyê 70’ê hezar kesî bêr bi rêwîtîya xwe ya dawî tê rêkirin

Bandora Mihemed Sêxo li ser mûzîka kurdî

Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe bandorek mezin li mûzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrove kirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, klam û stranên xwe jîyan û hunera gelê kurd dewlemend kir.

Mihemed Şêxo bi giştî 14 kasêt amade kirin û pêşkeşî gelê kurd kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng Ay lê Gulê ye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.

Berhem

• Ay Gewrê
• Cana min/Sînem
• Koçê Me Barkir
• Gulîzar
• Ey Felek/Kewê
• Ême
• Dil Perîşanım
• Nesrîn
• Ay Lê Gulê
• Nalinêk

Nerîna min :