Nivîsar

Peymana navbera CHPê û Qendil de çiye?

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina pêvajoya propagandeyan de gelek tişt têne gotin. Hinek Tifaq pêkhatine û hemûyan jî naveroka tifaqên xwe eşkere kirine. Lê tenê li hevhatina navbera HDPê û CHPê de nehatiye eşkere kirin. Ev yek gelek caran di nava dengderên HDPê û hinek berpirsiyarên HDPê de jî tê gotubêj kirin.

Herî dawî Tayib Erdogan jî di axavtineka xwe de behsa li hevhatina navbera CHPê û HDPê de kir û got: Kemal Kiliçdaroglu sozên metirsîdar dane baskê siyasî yê PKKê. Kiliçdaroglu bo çi eşkere nake ku bi HDPê re li ser çi rêkeftiye.

Kiliçdaroglu û CHP qebûl nake ku, tu li hevhatinên nehînî di navbera wan û HDPê re çêbûne. Lê hevseroka HDPê Buldan bersiva Erdogan da û got: Dibêjin di navbera HDPê û Hevpeymnaiya Millet de li pişt deriyan bazareke kirêt hatiye kirin. HDP ti carî û li ti cihî li pişt deriyan bazarên kirêt nekiriye û nake. Me çi kiribe bi zelalî kiriye. Dema dîtin li ser deshilatê namînin, careke din dest bi buxatanên li dijî HDPê kirin. Daxwaza dengan ji welatiyan dikin. Lê em jî dibêjin divê AK Partî dawî were û Erdogan biçe.

Di rastiya xwe de jî tu hevpeymiyek navbera CHPê û HDPê de ne eşkere û ne jî nehînî çênebûye. Lê peymanek nehînî di navbera Qendîl û CHPê de çêbûye. Nehîniye û herdu alî jî nikarin vê yekê ji berî hilbijartina eşkere bikin. Lê eger Kiliçdaroglu serbikeve dê berhemên vê peymana veşartî derkeve holê.

Li gora hinek agahiyên ku ji nava CHPê de têne û herweha di hinek kesayetên ku di nava PKKê de ku di nava civata HDPê de li ser navê Qendil fermana didin û propagandeyê dikin, di civatên teng de dibêjin ku, Kiliçdaroglu serbikeve Qendil dibe şirîkê desthilatê. 

Di rastiya xwe de jî dema mirov li berbijêrê Partiya Kesk a çep dinêre ji % 60 Tirkin û çepin. Hinek ji wan jî Kemalîstên tundin û ew ji bo desthilatê de cih bigrin hatine destnîşan kirin. Hasan Cemal, Cengiz Çandar ji bo çi bûne berbijêrên PKKê?

Nêçe / Analîz

Back to top button