Nivîsar

Dengên Em Bidin HAK-PARê, Ji  Bona Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê Girîng e…

Piştî hilbijartinê dema ku Tîfaqa Milet qezenç bike, xwe amade dike ku  li Başûrê Kurdistanê xirabiyên mezin bike. Loma jî Hikûmeta Kurdistanê û PDKê di hilbijartina Dewleta Tirk de ne teref e.

Îbrahîm GUÇLU

Li Tirkiyeyê hilbijartina serokkomar û mebûsan dê di 14ê Gulan a 2023an de bê li darxistin. Di hilbijartina serokkomar de 4 berhilbijêr (R.T.Erdoğan, Muharrem İnce, Sinan Ongan, Kemal Kılıçdaroğlu) beşdar in. 26 partiyên siyasî û du tîfaqên siyasî beşdarî hilbijartinê dibin, dixwazin ku dengê Kurdan û Tirkan bigrin. HAK-PAR jî wek partiyeke Kurd, beşdarî hilbijartinê dibe. Di lîsteya hilbijartinê de di dora 2emîn de ye.

Hîç şik tune ye ku wateya hilbijartina serokkomar û mebûsan ji bona Tirkan û Kurdan ji hevûdu cûda ne. Hilbijartina li Tirkiyeyê ji wateya Dewleta Federel ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê jî,  ji hevûdu cûda ne.

Di Dewleta Federal ya Iraqê de du hilbijartinên giştî tên li darxistin. Hilbijartineke giştî li tevayî Iraqê tê li darxistin. Kurd û Ereb û neteweyên din bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinê dibin. Di encama hilbijartinê de Serokkomar, Serokê Meclîsê, Serokwezır û hikûmeta hevbeş ya ereban (erebên şîya û sûnnî), kurdan diyar dibe. Yanî di van hilbijartinan de Kurd, desthilatdariya siyasî bi ereban re parve dikin.

Di Dewleta Federe ya Kurdistanê de hilbijartin bes ji bona Kurdistanê çê dibe. Hemû neteweyên li Kurdistanê dijîn bi partiyên xwe beşdarî hilbijartinê dibin. Di encama hilbijartina giştî de endamên Meclîsa Kurdistanê û gor hejmara partiyên siyasî: Hîkûmetê û serok wezîr û serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê tespît dikin, tên hilbijartin. Yanî Kurdistanî bi partiyên xwe desthilatdariya xwe ava dikin û parve dikin, serweriya xwe diparêzin.

Li Tirkiyeyê, Neteweya Tirk û partiyên wan ji bona bibin desthildar, Serokkomar û endamên  Meclîsa xwe hilbijêr in û Hikûmeta xwe damezrînin beşdarî hilbijartina dibin.

Neteweya kurd û partiyên Kurd-Kurdistanê ji bona ku bibin desthilatdar û an jî desthilatdariyê bi Tirkan re parve bikin, beşdarı hilbijartina nabin. Loma jî kurd ji sala 1946an vir ve ji bona partiyên Tirkan dixebitin û dengên xwe didin partiyên Tirkan. Piştgiriya wan bi nasnemaya wan ya neteweyî û welatê wan jî nabe. Bi nasnameyeke dizî û înkarbûyî, beşdarî partiyên Tirkan dibin û ji wan re di hilbijartinan de dibin piştgirê wan.

Bes piştî ku Gelê Kurdistanê, piştî Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê xweser xwe organîze kir, yanî  piştî salên 1965an di siyaseta kurdan ya hilbijartinê de guhertin qewimî. Bi taybetî jî ev siyaseta kurdî ya hilbijartinê piştî sala 1974an hîn zêdetir diyar bû û encam da. 

Kurdan biryar dan ku bi partiyên xwe platforma hilbijartinê ji bona xwe bikin platformeke neteweyî û siyasî. Wan ji bona ku desthilatdarî parve bikin ne:

1-Ji bona ku dengên xwe û daxwazên xwe û programên xwe bigînin gel; platforma hilbijartinê bikaranîn girîng dîtin.

2-Gelê kurd ji bona  di mafên wan yên neteweyî, civakî, siyasî, aborî, çandî de şiyar bikin, şiûra neteweyî pêş bixin û kur û firreh bikin; platforma hilbijartinê bir kar anîn.

3-Wan dizanî ku Neteweya kurd  rêxistinkirî nebe, nikare dewleta xwe jî ava bike, nikare dewleta federal û federe jî ava bike. Loma jî, ji bona xwe rêxistinbûna neteweya kurd pêş bikeve û xurt bibe kurdperweran u partiyên Kurdistanê; platforma hilbijartinê bi kar anîn.

4-Ji bona ku dengên xwe bi xurtî bigînin gelê Tirk û bi partiyên siyasî û siyasetvanên Tirkan re diyalogê bikarin çê bikin; platforma hilbijartinê bi kar anîn.

Loma jî di vê di hilbijartina 14ê Gulanê de divê em kurdperwer û partiyê Kurd-Kurdistanê û gelê me jî ev platforma hilbijartinê bê minaqeşe bi kar bînin. Em baş dizanin ku Doza Kurd-Kurdistanê û ji bona wê xebat mijareke dur û dirêj e. Hilbijartin di têkoşîn û xebata me ya Kurd-Kurdistanê de demeke mûwaqqet e. Divê di vê dema hilbijartinê de jî xebata xwe ya neteweyî bidomînin.

Ji bona ku ev armanca pêk bên gelek rê û rêbaz hatin meşandin:

1-Hilbijartin, boyqot kirin.

2-Neçûn ser sendûqan.

3-Namzetên serbixwe ji bona mebûsî û serokşaraderî nîşan dan.

Di hilbijartina 14ê Gulana 2923an de diê em çi bikin, ev pirsa li pêş me ye. Ez di wê baweriyê de ku ji bona qempenyaya hilbijartinê demeke dom dike Kurdperwer û partiyên Kurdistanê û gelê me ev pirsa ji bona xwe bersîv kirine. Ez dîsa dixwazim ku vê bersîvê diyar bikim.

1-Divê em platforma hilbijartinê ji bona ew armancên neteweya me ya stratejîk bir kar bînin.

2-Divê em wek kurdperwer, partiyên Kurd-Kurdistanê (PAK, TEVGER, Tevgera Azadiyê, Partiya Kurd a Demokrat,  PDK-BAKU), gelê me; dengên xwe nedin partiyên Tirkan yên sîstema dagirker û kolonyalîst diparêzin, nîjadperest, şovenîst, li dijî mafên neteweyî yên kurd in.

3-Divê em dengên xwe nedin PKK/HDP/Yenî Sol Partiyê.

Lewra em baş dizanin ku PKKê bi destê dewleta kûr ya Tirkan a Kemalîst, li dijî kurdan, ji bona ku Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û partî-rêxistinên Kurdistanê tasfiye bê kirin, ji bona ku potansiyala neteweyî ya kurd ji holê rabe, neteweya kurd ji armanc û hedefa serxwebûn û dewletbûnê dur bikeve; bi destên kesên krîmînalû terorîst ava bûye. Loma jî bi dehhazaran kurdperwer û kurd şêhîd kirin. Serokê Kurdistanê û qedroyên siyasî yên bijarte yên Kurdistanê kuştin.

HDP/Yeni Sol Parti, dibêje em ne partiya kurdan e.

PKK, nûha li hemû beşên Kurdistanê di xizmeta Dewletên Dagirker de ye. Ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê yamî hêlîna hemû kurdan xirab bike û ji holê rake; bi dewleta Îranê, bi Haşdî Şabî û bi berpirsiyarên YNKê ve din av tîfaqeke qirêj da ye. Karên gelek xirab dike. Li Kurdistanê rêxitineke biyanî, nehiqûqî, terorîst û dagirker e.

Piştî hilbijartinê dema ku Tîfaqa Milet qezenç bike, xwe amade dike ku  li Başûrê Kurdistanê xirabiyên mezin bike. Loma jî Hikûmeta Kurdistanê û PDKê di hilbijartina Dewleta Tirk de ne teref e. Teref nabe jî. Lê PKKê dixwaze ku Hikûmeta Kurdistanê û PDK bi derew û bi manîpulasyonan bike teref.

PKK, ji qetlîamçêkêrêb Kurdistanê CHPê re dostanî dike, ji Hikûmeta Kurdistanê û PDKê û Serokên Kurdistanê re dijminitî dike.

4-Wek partiyeke kurd HAK-PAR beşdarî hilbijartinê dibe.  Mafên neteweyî  gelê me bê qeyid-şert diparêze. Ji bona Kurdistanê statuya siyasî  federe daxwaz dike, ji bona Dewleta Fedaral û xebat dike. Dixwaze ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerde û fermî.

Loma divê kurdperwer, partiyên kurd û Kurdistanê û hemû  Kurdistanî dengên xwe bidin HAK-PARê. Dengên em bididn HAK-PARê ji bona pêşketina Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê, xurtbûna şiûra neteweyî, rêxistinîbûna neteweya kurd girîng e.

Diyarbekîr, 05. 05. 2023

Back to top button