Peyameke sersaxiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê
Ez ji kûrahiya dil sersaxiyê ji malbat û kesûkarên şehîdên êrişa terorîstî ya îro ya li Xurmatûyê qewimî dixwazim ku, di encama teqîna bombeyeke di nav otombêleke lîwayeke hevbeş ya Pêşmerge û Arteşa Iraqê da hatibû bicîhkirin, pêkhat û 3 efserên Artêşa Iraqê û Pêşmerge şehîd bûn. Hêvî dikim ji xwedayê mezin ruhê wan bi dilovaniya xwe şad bike û aramî û rehetiyê bi her kesî bide û ji birîndaran ra jî şîfayê dixwazin.
Ev kiryara terorîstî wê yekê îspat dike ku teror hîn jî metirsiyeke rastîn e û gefê li aştî û aramiya Iraqê û Herêma Kurdistanê û navçeyê bi gelemperî û ser û malê welatiyan, bi taybetî li deverên Maddeya 140 dike. Ji ber vê yekê em tekeziyê li berdewambûn û zêdetir xurtkirina hevahengiyê û hevkariya hevbeş ya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê û Hêzên Hevpeyman da ya ji bo berevanîkirin û têkşikandina terorîstan de dikîn.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17.11.2024