Polîtîk

Peyamek ji Serokatiya Encumena Wezîran

Serokatiya Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê peyamekê derbarê êrişa hewayî ya Komara Îslamiya Îranê bo ser binke yên Pariya Demokrata Kurdstana Îranê- KDPI û partya Demokarata Kurdistanê (Îran)- KDP-I li Koyê belav dike.Teksta peyama hikûmetêBerî nîvroya roja Şemî 2018-09-08 binke yên KDPI û KDP-I li Qezaya Koyê ketine ber bombarana Komara Îslamiya Îranê, ku di encam de hijmarek kesan cane xwe ji destdan û hijmareka din jî birîndar bûn.Em tevî şermezar kirina vê bombaranê, nerazî bûna xwe li hember bi kar anîna axa Herêma Kurdistanê ji bo êriş kirina ser welatên cîran nîşan didin, ku bi çi awayekî cihê qebûl kirinê nine û dibe sedema têkdana aramî û asayişa Herêma Kurdistanê, lewma em daxwzê dikin dubare nebe û rêzê ji yasa yên Herêma Kurdistanê bigirin û herêm nebe meydana milmilanêya.Em serxweşiyê ji malbatên qurbaniyan dikin û hêviya zû başbûnê bo birîndaran dixwazin û hemû aliyekê jî piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkê xwe ji bo alîkarî kirina kesên lêqewmî bi cih tine û  me tîmên bi hawar hatinê ji bo yarmetîdana ziyandîtiyan û xelkê deverê raspartiye.Serokatiya Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê2018-09-08 

Back to top button