PolîtîkRojev

Peyama serokwezîr ji bo koça dawî ya srokê Îmaratê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamekê de ji ber koça dawî ya Serokê Îmaratê Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan sersaxî li serokatî û gelê Îmaratê kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi xemgîniyeke kûr ve, nûçeya koça dawî ya Serokê Dewleta Îmarata Yekbûyî ya Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan gihîşte min.

Ez bi navê xwe û xelkê Herêma Kurdistanê, sersaxiyê li serokatî û gelê Îmaratê bi giştî dikim.

Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihiştê şad bike ku hemû temenê xwe ji bo xizmetkirina xelkê xwe û mirovahiyê terxan kir. Sebr û aramî jî bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

13ê Gulana 2022yan

Back to top button