Civak

Peyama serokê YNKê li ser hilbijartina Serokkomariya Êraqê

Serokê YNKê Bafil Talabanî bi minasebeta hilbijartina Reşîd wek serokkomarê Iraqê daxûyaniyek ragihand.

Daxûyaniya Talabanî:

Ey cemewerê gelê Kurdistanê
Di dawiyê de partiya we Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di proseya siyasî ya Êraqê de bi ser ket û tevî hemû komplo û pîlanan jî vîna wê têk neçû û li ser biryara xwe ya niştimanî bi israr bû.

Bi wergirtina baweriya Encûmena Nûnerên Êraqê û hilbijartina siyasetmedar û têkoşerê destpêka avakirina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê birêz Dr. Ebdullatîf Reşîd wek serokkomarê Êraqa Federal serkeftina vîna gel û proseya siyasî û yekîtiya niştimanî bû. Bi germî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî wî dikim, ez di wê baweriyê de me ku li ser bingeha rabirdûyê, dê di pirsên siyasî û netewî û xebatên rêxistinî de xwedî rol be, di vî karê nû û çarenivîssaz de di cîbicîkirina erkên neteweyî û destûrî de serkeve.
Li vir em ji her kesî re eşkere dikin ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê weke berê dê mafên hemû netewe û pêkhateyan li welat biparêze. Ji bo xizmetguzariyê û parastina mafên destûrî yên gelê xwe em ê li eniyên pêş bin. Emê berdewam bin ji bo bihêzkirina hemahengî û yekrêziya di navbera aliyan de ji bo bilindkirina rewşa herêmê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir bo cemewerê xwe yên hêja.
Di dawiyê de gelê Kurd û Êraq di vê pirosesa giring û çarenivîssaz de bi ser ketin û tevî reng, deng û berên cuda, yek erk li ser milê me ye, ew jî parastina yekrêziya malbata Kurd û yekrêziya me di navendê de ye.
Di dawiyê de ez spasiya tîma Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û serkirdayetiya wê dikim ku di heyama borî de piştevaniya me kirin û herwiha spasiya hevkarên me yên li Herêma Kurdistanê û Êraqê dikim.

Hûn her di kêfxweşiyê û şahiyê de bin
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
13 Cotmeh, 2022

Têbinî: Wek tê zanîn berbijêrê serokkomarê Iraqê yê YNKê Berhem Saleh bû. Lê ji bo Saleh li himber berjewendiyên Kurdistanê tevdigeriya PDK,nedixwest ew wek serokkomar cardin werê hilbijartin. Lê YNKê di berbijêriya Saleh de israr dikira. Roje ewil de Reşîd ji bo postê serokkomariya Iraqê bû berbijêr. Lê YNK ew wek berbijêrê xwe nepejirand û berbijêriya Berhem Saleh de israr dikira.

Back to top button