CivakRojev

Peyama Serokê Kurdistanê ji bo hatina meha Remezanê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hatina meha Ramazanê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.

Nêçîrvan Barzanî di daxûyaniya xwe de dibêje:

Bi helkefta hatina meha pîroza Remezanê, bi germî pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ev meha pîroz bi xêr û xweşiyê be û rojî û niza û xwedaperestiya misilmanan qebûl bike, welatê me û mirovayetî û cîhanê ji derd û pejikê rizgar bin.

Hêvîdarim li vê meha pîroz da, hewl û hengavên ber bi tebayî û yekrêziyê serkeftî bin, bi giyana lêborînî û aştewayî û hevkariya li ser girift û kêşeyan da zal bîn û paşerojeke baştir ji bo gelê me pêkbînîn.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

12.04.2021

Back to top button