Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên birêz

Em gelek baş li êş û azarên we yên delal têdigihin, çi di warê elektirîkê de be çi jî di warê  xizmetguzariyan de be.  Me hertim  îsrarl li ser gihandina elektirîka herêma Kurdistanê  bo Kerkûk kiriye.  Me daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê  kiriye ku bi zûtirîn dem beşek ji elektirîka herêma Kurdistanê bide Kerkûk û navçeyê din yên veqetandiyên.   Daku bi vê yekê kêmek ji wan êş û azarên we kêm bikîn heta wê dema ku li gor maddeya 140ê a destûrê ev cih her hemû vedigerin bo ser herêma Kurdistanê.

Di heftiya derbasbûyî de, di civînekê de digel serok û cîgirê serokê hikûmetê û wezîrê elektirîka herêma Kurdistanê, me biryar da ku wekî destpêk 100MW ji kehrebeya herêma Kurdistanê  bidîn wîlayeta delal a Kerkûkê û ev biryar jî ketiye di warê praktîkê de.  Di destpêka meha pêş de jî, ew kareba ji herêma Kurdistanê bo Kerkûkê diçe dê bo 200 MW zêde bibe û bi vê yekê jî heta radeyeke baş pêwîstiya Kerkûkê ya kehrebêyê dabîn dibe.

Em li ser wê yekê ku herêma Kurdistanê giringiyê bide Kerkûkê û dihewarçûna hevwelatiyan, bi taybetî di vê demsala gerim de bi îsrar in.

Em bi piştrastî  jî dibêjin ku,  rengdana proseya çaksaziyê gelek bi ciwanî di pirsa kehrebeya Kurdistanê da diyar e û niha kehreb li herêma Kurdistanê di ser 20 saete de ye ku, ev kare jî bi hemû awayekî hêjayî wê yekê ye ku, detxweşî li hikûmetê û bi taybetî li wezareta kehrebê bê kirin
Xebatên me dê ji bona zêdetir xizmekirin û  dabînkirina pêwîstiyên  Kerkûk û hemû navçeyê veqetandî berdewam bin.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
27.06.2011

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: