Geştên Turkish Airlines bo Hewlêrê dê bin rojane
Di hevdîtnekê de her dû aliyan ronahî xiste ser girîngya xortkirin û berdewamîpêdana têkhelyan di tev biwaran de û bi taybetî di warê bazrganî û abûrî û kltûrî de.
Herweha basê helbijartnên vê dawyê yên Tirkiyê kir û Azad Berwarî pîrozbahiya serkeftina wan helbijartna li konsolosê Tirkiyê kir.
Ji aliyê xwe ve Aydn Selcen xuyakir ku hikûmeta tirkî qayîl bûye li ser vekirina deriyek nû li ser sînorê di nêvbera Tirkiye-herêma Kurdstanê û Iraqê de.
Herwesa got jî ku, di demek nêzde hêla esmanî ya Tirkiyê (Turkish airlines) geştên xwe di nêvbera Hewlêr û Stenbulê de bêtir dike û geştên wê dibin rojane.
Li dawyê cêgrê serokê hikûmeta herêma Kurdstanê xweşhalya xwe li hember wê pêşdaçûn û werara têkhelyên herêma kurdstanê û Tirkiyê di tev biwaran de derbrî.