Polîtîk

Ak Partî û BDP hevdîtina dikin

Piştî hilbijartina roja sêşembê parlementoya Tirkiye civîna xwe ya yekem dike û dê di vê civînê de parlementerên nû hatîn hilbijartin sund bixwin. Lê Ji CHP hinek girtiyên doza Ergenekonê ku bûyin parlementer nehatin berdan, Parlementerek ji MHP-ê jî ji girtîgehê derneket. Herweha 6 parlementerên serbixwe yên ku BDP-ê pişgirî dayî wan jî ji girtîgehê nehatine berdan. Li ser vê de ji parlementeriya Hatib Dicle hate îptal kirin.

Li gora gahdariya ji bo çareseriya kêşeya heyî di navbera Ak partiyê û BDP-ê de çûyîn hatinek heye û herdu partî ji bo çareseriyekî ji vê pirsê re bibînin hevdîtina dikin. Herweha ihtimala ku parlementerên girtî heta sibe bêne berdan derketiye holê. Eger çareseriyek neyê dîtin parlemeterên BDP-ê naçin parlementoyê û sund naxwin. Herweha  CHP jî dê îro di derbara helwesta xwe ya ji bo sibe cîvana parlementoyê, wê biryarekî bide.

Back to top button