Hevpeyvîn

Eger Erdogan çareser bike dê bikeve dîrokê

Hasan Cemal û Namik Durukan ku di 25’ê Pûşerê de çû Qendîlê û bi Karayilan re hevdîtin pêk anî. Cemal beşa yekem a çavdêriyê xwe di rojnameya Milliyetê de weşand. Her wiha rojnameyê cih daxuyaniyên girîng ên Karayilan.

Cemal diyar dike ku wî li bin darek a gozê bi Karayilan re hevdîtin pêk aniye û di dema hevdîtinê de gurme gurma dengê topên Îranê bûn.

Karayilan balê dikişîne ser van xalan:

1- “Em naxwazin pirsgirêkê bi riya tundiyê çareser bikin. Em dixwazin çekan bê deng bikin.”

2- “Em ne cûdakar im, em naxwazin Tirkiye parçe bibe.”

3- “Em di demek pir krîtîk de ne. Ger Meclîsa Tirkiye di vê demê de neçe bêhndanê û ji bo krîza parlementer û makezagona nû pêngavê biavêje, wê aşitî kûrtir bibe û mayînde bibe.”

4- “Rêber Apo beriya mehekê li Îmraliyê 3 protokol daye dewletê.. ‘ Pêşîlêvekirina di sala 2009 de nîvçe mabû. Ger hûn pirsa ‘ev protoko di nirxê pêşîlêvekirina demokratî de ne?’ bipirsin, ezê bêjim ‘Belê’.”

5- “Nexşeriya Rêber Apo a ji bo van sê protokolan, ji bo pirsgirêka Kurd pêşîlêvekirineke nû ye. Tê wateya destpêkirina pêvajoya çareseriya makezagonî û bidawîbûna şer û pevçûna… Ango ev pêşîlêvkirin ji bo aşitiyê pir girîng in…”

‘JI BO MAKEZAGONEK NÛ AŞITIYEK ADIL DIVÊ’

Karayilan derbarê hilbijartinên 12’ê Pûşperê, dirêjkirina pêvajoya bêçalaktiyê, betalkirina Hatîp Dîcle û biryara dadgehê ya redkirina tehliyekirina parlementerên ji doza KCK’ê girtî de wiha got;“Di rewşeke wiha de pêdiviya Tirkiyeyê bi makezagoneke nû û barişeke adîl heye. Wê Tirkiye ligel aşitî û demokrasiyê, pêşî di warê aborî, di her aliyê de dewlemendtir û mezintir bibe. Pirsgêka Kurd di aliyê aşitî û demokrasiyê de lingên Tirkiyeyê girê dide. Ger vê yekê çareser bike, wê pir zêdetir pêş bikeve.”

Karayilan wiha qala hilbijartinan jî dike; “Encamên hilbijaritnê pir girîng in. Ji bo pêkhatina çareseriya demokartîk û aşitiyane, li pêşiya me firsendeke girîng heye. Ji ber wê jî 36 parlementerên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê pêşketinek girîng e û serkeftinek e. Gelê Kurd ji bo Tirkiyeya Demokratî û Xweseriya Demokratîk dengê xwe da wana. Kurdan deng dan projeyek. Binêrin em pir kêm dibêjin Kurdistan Xweser û em vê têgînê pir kêm bi kar tînin.”

BANG LI ERDOGAN DIKE

Karayilan wiha bang li Erdogan dike: “AKP’ê ji sedî 50’ê dengên civaka Tirkiyeyê wergirt. Civakê ji AKP’ê re got pirsgirêkan çareser bike û dengê xwe dayê. Niha jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi vîneke siyasî heye. Divê partiyek an jî rêberek ku ji sedî 50’ê dengan wergirt, vê vîna siyasî nîşan bide.”

BIRYARA DERBARÊ DÎCLE Û PARLEMENTERÊN GIRTÎ DE

Karayilan wiha didomîne; “Ji bo pêvajoya piştî 12’ê Pûşperê hêviyên me hene. Lê betalkirina parlementeriya Hatîp Dîcle û biryara derbarê girtiyên ji Doza KCK’ê de hat dayîn derbeyek giran û mezin li van hêviyên me xist. Dema em li benda pêngavên aşitiyê bûn, daxuyaniyên Bekir Bozdag hatin. Got ku di navbera rewşa Dîcle û ya Erdogan a di sala 2002 de tu şibandinek tune ye…..

Di Adara 2009 de, piştî serkeftina BDP’ê ya di hilbijartinê herêmî de, dest bi operasyonên KCK’ê û pêla girtinan kirin. Niha jî vê dikin… Em piştgirî didin biryara boykotkirina Meclîsê ya Eniyê. Divê di Meclîsê de pêngavek bê avêtin û rewşa Hatîp Dîcle û girtiyên ji doza KCK’ê bên serastkirin…”

GER ERDOGAN ÇARESER BIKE, WÊ BIKEVE DÎROKÊ

Karayılan diyar kir ku ger Erdogan pirsgirêkê çareser bike ew ê bikeve dîrokê û wiha got ; “Niha jî vekirina deriyê ji bo aşitiya civakî didestê Serokwezîr Erdogan de ye. Çareserkirina krîza parlementeran û çareseriya pirsgirêka Kurd di destê rêberê AKP’ê de ye. Di roja îro de pêwîstiya Tirkiyeyê bi rêberek dîrokî heye. Rêberê ku vê yekê bike , wê bikeve dîrokê.”

3 PROTOKOLÊN OCALAN DANE DEWLETÊ

Karayilan balê dikişîne ser hevdîtina Ocalan û dewletê ya Îmraliyê û dibêje ; “Rêber Apo beriya mehekê sê protokolên cûda û kurt da dewletê. Evane protokolên çareseriyê ne….

Protokola yekem : ‘Sernava wê ‘Li Tirkiyeyê rêgezên di çareserkirina pirsgirêka Kurd de’ ye. Ango demokrasiya nû û makezagona nû…Protokola duwemîn : Di vê de jî rêgezên aşitiyane yên di têkiliyên dewlet û civakê de hene.Protokola Siyemîn :Ji bo aşitiyek adil û demokratîk plana çalakiya lezgîn… Her yek ji wan ji du rûpelan pêk tê. Em li benda bersiva vê ne.”

Karayilan derbarê van protokolan de jî dibêje ; “Ev protoko di çarçoveya neteweya demokratîk de makezagona nû digire nava xwe. Di nava vê projeya aşitiya civakî de naskirina hemû nasnameyên li Tirkiyeyê heye. Di nava protokolan de hevdû efûkirina her du aliyan, bi temamî dawîkirina tundiyê û terikandina çekan heye.

Tê xwestin ku komîsyoneke a makezagonê bê avakirin. Divê partiyên di Meclîsê de bi awayeke wek hev tevil bibin… Divê di nava vê komîsyonê de rêxistinên sivîl ên civakî û nunerên burokrasiya dewletê jî hebin…”

Karayılan wiha behsa xalên din ên protokolê dike; “Avakirina konseyeke ya aşitiyê… Konseyek ku ji dewlet, KCK, mirovên bê alî, rewşembîr û aqilmendan pêk tê…Wê komîsyonek wiha pêvajoya bêçalaktiyê kontrol bike û wê berpirsyariya pêvajoya bêçekkirinê bigire ser xwe. Her wiha wê ev konsey rola Komîsyona Lêgerîna Rastiyan jî bigire. Pêşniyara siyemîn jî ew e ku ji bo pêkanîna vana hemûyan, divê her kes bikaribe bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bîne û şertên wî bên başkirin…”

(ANF)
Back to top button