Li Hewlêrê kurdên rojava li dijî Sûryeyê xwepîşandan kir
Xwepêşandana îro ya kurdên Sûriyeyê ya li ber baregeha Neteweyên Yekgirtî ya li Hewlêrê bi dawî hat û xwepêşanderan daxwaznameyek dan berpirsên Neteweyên Yekgirtî.
Yek ji amadekarên xwepêşandana îro ya li Hewlêrê Xerbî Heso got:
– Piştî bilindkirina çend durişmên ku tê de dixwaz hate kirin zûtirê meşrûyeta hikûmeta Sûriyeyê bê standin, me daxwaznameyek da berpirsên bilind yên Neteweyên Yekgirtî.
Heso diyar kir ku berpirsên Neteweyên Yekgirtî soza wê çendê dane ku ew dê daxwazên wan ji nivîsgeha sereke ya NYê re bişînin ku tê de daxwaz ji NYê tê kirin ku fişarê bixe ser rejîma Sûriyeyê daku şîdeta li hemberî welatiyên kurd yên sivî rawestîne.
Birêveberê polîsê wîlayeta Hewlêrê Ebdulxaliq Talet jî ji AKnewsê re got:
– Xwepêşandanê 2 seatan dom kir û bêyî ku çi arîşe derkevin bi dawî hat û ji aliyê dezgehên têkildar ve moleta resmî jê re hatibû dayîn.
Xwepêşanderan ji bilî hilawistina wêneyên dehan mêr, jin û zarokên ku di maweya çend rojên borî de ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve hatibûn kuştin, bi dehan durişmên wek “na bo diyaloga digel rejîma Sûriyeyê, pêwîst e serokê Sûriyeyê dest ji kar bikşîne, divê Sûriye îtîrafê bi mafên rewa yên kurdan bike” bilind kirin.