Polîtîk

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanê pêşwazîyê li rikeftina di navbera Serokê Sûriyê û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatî îmzekirin dike.

Ev jî peyama Serok Nêçîrvan Barzaniye:

Em pîrozbahiyê li birayên xwe yên li Sûriyê dikin ji ber rêkeftina di navbera Serokê Sûriyê û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, ku nexşerêyeke guncaw ji bo pêşerojê û qonaxa veguhêzeke guncaw pêk tîne. Pêşwaziya Sûriyê ji rêkeftinê re, mîna hemû netewên herêmê, daxwaza wan a aramiyê û çareseriyeke aştiyane ya bê tundûtûjiyê nîşan dide.

Di dema ku em pêşwazî li vê rêkeftinê dikin, em dûpat dikin ku Herêma Kurdistanê piştevaniya hemû pêkhateyan bo aştî û aramiya Sûriyê dike û pêwîstiya parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê û beşdariya aktîf di avakirina Sûriyeke azad û geş de dike.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2025/3/1

Back to top button