Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya ji bo pejirandina budceya Iraqê

Bi minasebeta pesindkirina bûtçeya Iraqê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek ragihand. Nêçîrvan barzanî di peyama xwe de dibîje :Destxweşiyeke taybet li birêz Qubad Talebanî Serokê Şanda Danustandinkarê Hikûmetê dikim ku li gel endamên şanda Herêma Kurdistanê bi bîhnfirehî û serkeftiyane danustandineke dijwar derbaskir.

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî:

Bi helkefta pesendkirina budceya Iraqê ve, pîrozbahiyê li gelê Iraqê û destxweşiyê li Serokayetî û hemû fraksiyonên Encumena Nûneran dikim. Hewlên Serok Wezîr birêz Mistefa Kazimî ya ji bo kêmkirina nakokiyan û rêkeftinê, cihê rêz û spasiyêne. Ji bo çareserkirina kêşeyan û aramî û avadanî û paşerojeke baştir, Iraq pêwîstî bi alîkariya hevbeş û karê pêkveyî heye û divê em hemû piştevaniyê li vê arasteyê bikîn.

Destxweşiyeke taybet li birêz Qubad Talebanî Serokê Şanda Danustandinkarê Hikûmetê dikim ku li gel endamên şanda Herêma Kurdistanê bi bîhnfirehî û serkeftiyane danustandineke dijwar derbaskir. Destxweşiyê li fraksiyonên Kurdistanî dikim ku hevkar û piştevanê hevdû û şanda hikûmetê bûn, ji bo cêgîrkirina beşa Herêma Kurdistanê li budceya Iraqê da.

Hêvîdarîn hemû aliyek pêgirê yasayê bin. Pejirandina budceyê dikare destpêkeke baş û handerê çareserkirina kêşeyên dinê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bê. Bi cîhkirina yasayê dibê sedema bihêzkirina proseya siyasî û pêkvejiyanê û çespandina mafê welatîbûnê ji bo hemuyan. Dergeha guftûgoyeke berhemdar ji bo hemû aliyan vedike, heta ku pêkve bi navê aramî û avadanî û pêşketina li welat da kar bikin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

01.04.2021

Nerîna min :