Heşda Şeibî li Şingalê piştevaniya YBŞê dike

Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê, Şemo Îdo ragihand, Heşda Şeibî li Şingalê piştevaniya YBŞê û Asayiûa Êzîdxanê  dike û ji ber wê yekê ew hêz hêj ji Şingalê derneketine.

Şemo Îdo ji Rûdawê re got, tevî ku îro dawî molet e ji bo derketina hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê û Asayişa  Êzîdxanê, lê hîn ew hêz li cihên xwe ne.

Îdo diyar kir, fermandeyên Heşda Şeibî piştevaniya mayîna wan hêzan li Şingalê dikin û ew yek bûye sedem ku artêşa Iraqê hinekî ji biryara xwe sist bibe.

Mohleta artêşa Iraqê ya ji bo Yekîneyên Berxwedna Şingalê (YBŞ) û Asayişa Êzîdxanê îro 1ê Nîsanê bidawî hat. Artêşa Iraqê roja 29ê Adarê bo çendemîn car mohleta jibo wan hêzan heta destpêka meha Nîsanê dirêj kiribû û daxwaz ji wan hêzan kiribû ku ji Şingalê derkevin û asayişa navçeyê ji bo polîsan bê radestkirin.

Artêşa Iraqê herwiha daxwaz kiriye, Encûmena Xweser ku ser bi PKKê ve ye ji Şingalê derkeve, lê heta niha çend caran demê wê daxwaziyê hatiye dirêj kirin û ew hêz ji Şingalê derneketine.

Parêzgarê Neynewa (Mûsil) jî dibêje, ew naxwaze pirsgirêk bibe şerê çekdarî û tekez dike, ikûmeta Îraqê hewl dide bi awayekê aştiyane wê pirsê çareser bike.

Heta niha nêzîkî tenê 18 ji sedê xelkê Şingalê vegeriyane ser mal û mulkên xwe.

Di 9 Cotmeha 2020, Bexda û Hewlêr li ser asayîkirina rewşa qezaya Şingalê û birêvebirina qezayê ji aliyê îdarî, emnî û xizmetguzarî ve rêkeftin kirin. Rêkeftin ji sê teverên îdarî, emnî û avedankirinê pêk tê û paşkoyeke 9 xalî jî li xwe digire, ku têde xişteya çavdêriya jibo cîbicîkirina rêkeftinê û asayîkirina rewşa Şingalê hatiye diyarkirin.

Li gor rêkevtina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, nabe ti hêzeke çekdar ji bilî polîsan li wê navçeya Başûrê Kurdistanê bimînin.

Nerîna min :