CivakRojev

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta 125mîn salvegera roja rojnemevaniya Kurdî peyamek pîrozbahiyê ragihand.

Peyama serok Nêçîrvan Barzanî:

Bi helkefta 125 saliya roja rojnamevaniya Kurdî û 25 saliya damezrandina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurd dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim. Silav li bîranîn û giyanê pêşewa Miqdad Midhet Bedrxan ku yekemîn rojnameya (Kurdistan) derxistiye.

Bi vê minasebetê, ez piştgiriya xwe ya tevahî ji bo rojnamevanan, azadiya çapemeniyê, azadiya derbirînê, azadiya pênûs û azadiya nivîsandinê, ku prensîba bingehîn a her civakek jîndar û pêşkeftî ye, dubare dikim. parastina mafên mirovan, lewma divê bê parastin.

Gotin erkek e, lewra ez bang li rojnamevanên Kurdistanî dikim ku bi herî zêde bawerî û berpirsiyarî bi gotinan re rawestin û bi awayekî azad, profesyonel û rast nûçe û bûyeran ragihînin. Wezîfeya xwe bi rêk û pêk û di çarçoveya etîka rojnamevaniyê de bi cih bînin da ku karibin rola xwe ya guncaw di tespîtkirina xeletî û kêmasiyan û serastkirina wan de bilîzin.

Silav li hemû rojnamegerên di têkoşîn û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Her tim wan bi bîr bînin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

22ê Avrêl,

Back to top button