Hilbijartin û Pirsa Kurd

Gelek cara di dema hilbijartinan de behsa pirsa Kurd li bakurê Kurdistnê û Tirkiye tê kirin. Lê di bingehê xwe de her aliyek tenê wek propagandeya xwe behsa pirsa Kurd dike û li gora xwe hinek tiştan tîne rojevê. Yanî herî zêde Kurd dibin malzemeya hilbijartina. Taybetî jî dema berpirsên partiya serdana bajarên Kurda dikin ev pirs tê rojeve. Yani di dema hilbijartinan de tenê ji bo xapandinê vê pirsê dikin rojev.
Partiyên Tirkan vê dikin, lê gelo Kurd çewe pêşvaziya daxûyanî û gotarên partiyan ku bi armanca propagandeyê ji bo destxistina çend dengan dikin, çi dibêjin? Ev yek girîng e. Ji ber ku Kurd, piranî pirsa xwe di çerçoveya ku aliyên siyasîyên Tirk datînin holê de gotubêjê dikin. Li bakurê Kurdistanê kolana û çayxana de gotubêja herî berfireh li ser gotarên serokê partiyan û bernameyên kanalên televizyona de, minaqeşeya rojnemevan û siyasetmedarên aligirên partiyan tê kirin.
Mixabin îro li bakurê Kurdistanê aliyek ku bi hêz bikaribe rastiya pirsa Kurd bînê holê û di çerçoveya destxistina mafên netewî yên Kurdan de, kêmasî li bajarên Kurdan de rojevekî siyasî biafrîne tuneye. Sedemê vê yê bingehîn siyaseta ku PKK û derdora wê rêve dibê ye. PKKê pirsa Kurd xetimandiye û rê li hemû cureyê daxwaziyên netewî yên Kurda girtiye. Kurd kirine dûvikê siyasetek çepa Kemalist û neteweperestên Tirk. Li bakurê Kurdistanê heta ev rastî taybetî ji aliyê partî û rêxistinên Kurdan ve neyê dîtin û vekirî behsê nekin hewl nedin xetimandina ku PKKê pêkanî ji holê rankin , tu cara nikarin pêşiya xwe bibînin. Ev rastiyek e dema ev rastî neyê dîtin, her aliyek mehkume rojekî bikeve li dûv siyaseta PKKê. Ji xwe her dema hilbijartinan de ev yek vekirî tê dîtin.
Gerek ji bo Kurda ne gotinên rojane di qadên propagandeyê de tên kirin bingeh bê girtin. Eger partiyek yan jî aliyek siyasî li himber pirsa Kurd dirûstbe û xwedî dîtinekî be, bila di bernameya xwe de vekirî cureyê çaresriyapirsa Kurd bike û da ku li gora wê jî bê nirxandin.
Gelek cara taybetî dengderên Kurd ku dengê xwe didin partiyên girêdayî PKKê (Partiya Kesk a Çep) dema ji wan tê pirsîn, dibêjin: “ Emê dengê xwe bidin xwe.“ lê mixabin dema tu jê dipirsî tu kiyî? kerr û lal dibin û bersiv tuneye. Yanî nikare bêje ez kime. Eger bizanibe ew kiye, nasnama wî çiye û ew çewe dikare ji bo mafê xwe yê netewî bitekoşe tê ji xwe bizanibe bersiva xwe jî bide. Nikarin bêjin, em Kurdin, welatême dagirkiriye, em ji bo bikaribin li welatek serbixwe de jiyanek azad bijîn ditekoşin. Em doza mafên xwe yên netewî dikin.
Çend roj man ji hilbijartinan re, dê derbas bibe lê pirsa Kurd wek xwe dimîne. Gerek hêzkirina hestên netewî armanca yekem be û em wek Kurd kêmasî bikaribin xwe nasbikin.
22.04.2023
Nêrîn / Şirove


