Polîtîk

Peyama Nêçîrvan Barzani li ser agirbesta Amerîka-Îranê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani agirbesta di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de pêşwazî kir û got ku ew gaveke girîng e ji bo kêmkirina aloziyan, parastina sivîlan û vegera diyaloga avaker.

Di sibeha 8ê Nîsanê de, agirbesteke du-hefteyî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îsraîl û Îranê de, bi navbeynkariya Pakistanê, hate ragihandin.

Nöçîrvan Barzanî got : “Ez hêvî dikim ku hemî alî bi niyetek baş pabendî vê sozê bibin û ji bo aştiyeke mayînde bixebitin ku dê aramî, ewlehî û geşepêdanê li tevahiya herêmê xurt bike,”

Li gorî agirbestê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îran û Îsraîl dê di nav du hefteyan de êrîşên li ser hev rawestînin û divê Îran Tengava Hormuzê ji bo keştiyan veke.

Barzanî got: “Em hewlên hemî aliyên beşdar di hêsankirina vê agirbestê de teqdîr dikin,”

Back to top button