PolîtîkRojev

Peyama Nêçîrvan Barzanî bo bîranîna damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê

Nêçîrvan Barzani bi minasebeta 60 mîn salvegera damezirandina Yekitiya mamustayên Kurdistanê peyamek ragihand.

PEYAM:

Ez, 60-mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, li tevahiya mamosteyên Kurdistanê bi germî pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Gelek bi rêz û hurmet ve rola girîng û pîroz ya mamostayan û xebat û têkoşîna wan ya ji bo fêrkirin, perwerde û pêgihandina nifşên nû û nifşên paşeroja Kurdistanê bilind dinirxînim.

Berpirsiyarî, berhevî û rola pêşeng ya mamostayan ji bo perwerde û pêgihandina tak, di rojên dijwarên şoreş û di azadiya niha da jî, cîhê dilxweşî û rêzlêgirtinê ye. Di rewşên herî dijwar da jî, mamostayên dilsozên Kurdistanê pêşiya hemû qeb û gefan girtiye û di erkê xwe yê pîroz yê perwerde û fêrkirinê da berdewam bûn.

Nifşên nû û yê paşerojê emanetê mamosteyan in, ji ber hindê mamoste kilîl û bingehê serkeftina her civakeke pêşkeftî ne û rola wan di pêşvebirina kultûra hevdu qebûlkirin, lêborîn û pêkvejiyanê da heye. Mamostayên Kurdistanê hêjayî jiyan û jiyareka baştirin, hemû piştgiriyekê ji bo maf, dawakarî û şayesteyên wan dupat dikim û bi rêz û hurmet li rol û xizmeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dinêrim.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.05.2022

Back to top button