Civak

Peyama hikûmeta Kurdistanê

Civata Wezîrên Kurdistanê, bi helkefta hatina sersala koçî bi peymake pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dike û hêvî dike ku ev minasibe ji bo gelê Kurdistan, gelên herêmê û cîhanê xêr û xweşî be û aşitî û aramî li deverê bi cî bibe.Civata wezîran di peyama xwe de dibêje:- Niha Kurdistan di rewşeke nazik û hesas de derbas dibe, çavê me li wê çendê ye ku tev aliyên kurdistanî û hemû hevwelatiyên dilsoz bi canekê tebayî û hestkirin bi berpirsiyariyê, weke pêşmergeyên mêrxas, ji bona parastina destkeftiyên gelê me rola xwe ya dilsozane bilîzin. Civata wezîrên Kurdistanê di peyma xwe ya pîrozbahiyê de dixwze ku, xebatên tev aliyan, ji bona çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina vê rewşa nazik bi serbeilindî û serkeftî, ji bo xebatên hikûmetê piştevan bin.

Back to top button