Bi navê xwedayê mezin û dilovan  Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê…  Di derbarê rûdawên vê dawiyê û pêşketinên di navbera Hikûmeta Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê de, min bi pêwîst zanî helwesta xwe ya şexsî ragihînim. Ji ber ku di derbarê helwesta min ya li ser vê babetê, hinek nirxandinên mîzacî û hukmî yên pêşwext û dûrî zanyariyan xistinerû.  Kurd neteweyeke bi bêyî îradeya xwe hatiye dabeşkirin. Ew dabeşkirin jî wekî rastiyeke tehl, li ser me da hatiye sepandin. Bi navê gûherîna vê rastiyê xwînekî zêde rijiya, ku çi rastî hê jî li rûyê cografî û sînorên navdewletiyan ve her wekî xwe maye. Lê belê bi vê xwîn û qurbaniyê me nasnameya xwe ya neteweyî parast. Sed sale wekî Kurd dijî zulm û zordarî û dagîrkeriyê me şer kiriye. Ne me kariye rastiyê biguherîn û ne jî beranberên me, karîne me ji nav bibin. ji bo wê yekê gihîştime wê rastiyê ku şer hîç destkeftekî xwe nabê û pêwîste sûd ji hemû derfetên aştiyê werbigrîn û berev aştî û guftûgoyê ve biçîn.  Piştî şerê Kuweytê, li Başûrê Kurdistanê, li gel wê yekê ku me qonaxên gelek nexweş li pişt xwe hiştin, lê belê kiyanek hate pêkanîn ku li rûyê navdewletiyê ve hatiye naskirin û îtiraf kirin û bûye cihê hêviya hemû take kesekî Kurd yên li hemû cîhekî. Wekî şexsê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo yarmetîdana xuşk û birayên me yên li seranserê Kurdistanê, dûrî li hemû cûre muzayedatekî, ewê ji destê me hatibe me kiriye.  Eger bi nêrîneke rastiyane temaşa rewşa Tirkiye bikîn dibînîn ku berî hatina Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), navê Kurd û Kurdistanê û hemû sembol û hêmayekî Kurdî qedexe bû. Me gelek hewl da ku bingeheke proseyekî aştiyane li Tirkiyê dirust bibê. Piştî gelek guftûgo û hevdîtinan derket ku Partiya Dad û Geşepêdan û şexsê birêz Erdogan siyaset û nêrîneke taze û cûda ji partiyên derbasbûyî yên Tirkiyê beramberî Kurd heye. Ji bo wê yekê li gel Partiya Karkerên Kurdistanê me hewl da ku beşdarî guftûgoyê bibin û birêz Ocalan jî wekî aliyekî serekî ya danustandina aştî û vekirinê muamele li gel da bê kirin. Eve jî pêşketinekî gelek girîng bû, ji ber ku berê, me didît Hikûmetên berî Hikûmeta Dad û Geşepêdanê çi cûre muameleyekî gelek bi biçûk xistinê li gel birêz Ocalan dikirin. Eve jî encamên baş jê derket û bûye sedema wê yekê ku warê danustandina raste rast pêk bê û wekî qonaxa yekem proseya aştiyê gelek bi başî birêvebiçê. Lê belê mixabin paşê astengên gelek mezin hatin pêş. Lê li gel wê yekê jî, prose her hebû û hesab ji bo wê dihate kirin, bi taybetî ku dewleta Tirkiye û birêz Ocalan û Partiya Demokratîka Gelan (HDP) pabend û girêdayîbûna xwe ji bo vê proseyê û dirêjepêdana wê ragihandin. Ji bo wê yekê jî em bi wê hêviyê bûn ku prose wan astengiyan jî derbas bike û me jî amadehiya xwe ji bo hemû hevkariyek ya li vî derbarî de bi her dû aliyan ragihandibû. Niha jî daxwaz dikîn carekî din prose dest pê bike û gelê Kurd bi mafên xwe şad bibê û asayîş û aramî berqerar bibê.  Di derbarê bi helwesta Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê jî, em siyaseta Tirkiye diyar nakîn û ne jî berpirsîn ji siyaseta Partiya Karkerên Kurdistanê. Ewê ji destê me bê tenê eweye ku yarmetiya wan bidîn bo ku guftûgo bikin û nêzîkî hev bibin. Ji bo dîrokê eve dibêjim ku di derbarê çareseriya aştiyane me helwest û amaje û hengavên erênî ji Hikûmeta Tirkiye dîtin, lê belê mixabin hinek aliyan vê yekê nedîtin û bersîv nedan û me têbîniya ewe kir ku rastî xirûrê bûne. Çendîn car min peyam ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê re şand ku bîhnfireh û pişûdirêj bin, ji ber ku aştî proseyekî zehmete û bi bîhn firehî serdikevê. Min ji wan re ragihand ku bi kuştina dû polîs Tirkiye ji nav naçê, niha mezintirîn çareserî hatiye pêş ku bi sindoqên dengdanê, bi qelem, diyalog, siyaset û xebata aştiyane berdewam bibin. Ji ber ku ew destkeft û berhema mezin ji wan rêyan ve bi dest tê, tu demekî li rêya çek ve bi dest nayê. Niha jî em bawerin Partiya Demokratîka Gelan(HDP) li gel Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) rêk bikevin ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya li Tirkiye. Ji ber ku eve ji bo Kurd û hemû Tirkiye û navçeyê destkeftekî gelek mezin dibê.  Her ji destpêkê ve jî me wiha bawer bû ku bê biryarkirina birêz Ocalan û Partiya Demokratîka Gelan ya di derbarê çekdanan û bi dawî anîna bi şerê çekdarî ya bi awayeke yek carekî, hengavekî gelek şaş ya serkirdayetiya Partiya Karkerên Kurdistane, ji ber ku bi vî awayî wiha dikin ku Tirkiye wekî aliyekî danustandinan muamele li gel birêz Ocalan neke û wiha dikin Partiya Demokratîka Gelan jî piştî vê serkeftina mezina dawî jî bikevê bin zext û guvaşeke siyasî û Parlemenî ya mezin ve.  Niha şerekî gelek mezin li navçeyê da heye, divê hevpeymaniya navçeyî li vê şerê da rolekî girîng bibîne û bi hevmilî li gel hevpeymaniya navdewletî de û pêwîstiya me bi şer û kêşeyên dinê bê encam tûneye. Pêwîste hemû aliyeke li navçeya me ji bo ji navbirina diyardeya Da’îş û sedem û asewarên wê pêkve kar bikîn. Em bawerin rêkkeftina Tirkiye û Amerîka ji bo lêdana Da’îş hengavekî girînge û encam û bandora wê gelek mezin dibe. Beşdariya serbazî ya Tirkiye encamên gelek mezin û yek alîker li vê şerê da ya bi hevpeymaniya Amerîka de dibê, hemû aliyek jî divê gelek bi hurî van pêşketinan bixwînîn.  Ez gelek nîgeran û dilgiraniya vê rewşa nû û dûbare derketina bîhna barûtê me. Ez şerê baş nabînim û tu demekî jî piştevaniya yek çirkeya şerê jî nakim. Li gel wê yekê ku min gelek têbînî li ser siyasetên Partiya Karkerên Kurdistanê heye, bi taybetî li destêwerdana wan ya li karubarên Herêma Kurdistanê û hemû perçeyên dinê Kurdistanê û qorxkirina qada Rojava, lê belê ji aliyê min ve doza rewaya gelê Kurd, li ser rûyê hemû tişteke, bi teşwîq û handan û diruşm û şer û tûndutîjiyê kêşe nayên çareser kirin. Baştirîn hevkariya min, ji bo her dû aliyan eweye daxwaz bikim vegerin ser masaya guftûgoyê û proseya aştiyê bidomînin. Berdewambûna şer ziyanê ji bo xelk û rûniştvanên navçeyên sînoriyên Herêma Kurdistanê jî hebûye. Xelk mafê xwe heye pirsiyar bike ji bo çi Herêma Kurdistanê bibê qada şer û jiyan û bexteweriya wan nemîne. Di dawiyê de dûpat dikîn ku vegerana ser proseya aştî û guftûgoyê, rêya bi tenêtî ya çareseriya kêşeyane û em jî ewê ji destê me bê dikîn bo ku yarmetiya guftûgo û berdewamiyê li jiyana proseya aştiyê bidîn.  Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê26.07.2015  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: