Naveroka peyama serokwezîr li ser bombebarankirina bingehên PKKê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di peyamekê de li ser bombebarankirin û topbarankirina bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li herêma Kurdistanê peyamek da raya giştî û di peyama xwe de daxwazê ji PKKê dike li hember wan êrîşan bi sebir be û berheviya xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê jî ji bona dirustkirina agirbestê û destpêkirina danûstandinan di navbera PKKê û Tirkiyeyê de diyar dike. Ev li jêr teksta peyama serokwezîrê herêma Kurdistanê:Şeva borî balefirên şerî û topxaneya Tirkiyeyê, bi armanca lêdana bingehên Partiya Karkerên Kurdistanê, çend deverên herêma Kurdistanê bombebaran û topbaran kirin. Mixabin, ew bombebaran û topbarankirin piştî wê yekê hat ku serokê Koma Civakên Kurdistanê çend carekan ragehandibû: agirbest û pirosesa aşitiyê digel Tirkiyeyê bidawî hatiye û Partiya Demokrata Gelan HDP û birêz Ebdula Ocelan jî ew maf nîne biryarê li ser çekdanana Partiya Karkerên Kurdistanê bidin” vê yekê jî rola wan di pirosesa aşitiyê de kêm dike û tesîreke mezin li raya giştiya Tirkiyeyê kir û hikûmeta Tirkiyeyê xiste jêr zixteke mezin.Herwesa di çend rojên borî de çend polîs li Tirkiyeyê hatin kuştin, Partiya Karkerên Kurdistanê berpirsiyariya xwe ji wan êrîşan ragehand û vê yekê jî rewş zêdetir aloz kir.Pirosesa aşitiyê di navbera dewleta Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê de, piştî hewil û tekoşîneke mezin rê jê re hat xweş kirin û ket warê piraktîkê de, herwesa qonaxên gelek giring jî derbas kirin û ji bona pêşkeftina demokrasiyê û pêkvejiyana bi aşitî li Tirkiyeyê û başbûna jiyana xelkî li wî welatî, encam jî bitesîr bûn.Herêma Kurdistanê û bi taybetî birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, roleke gelek giring di dirustkirina agirbestê di navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê û destpêkirina pirosesa aşitiyê û danûstandinên dîrekt di navbera her du aliyan de hebû ku, ji encamên wê rola birêz serokê herêma Kurdistanê, weke aliyekî sereke yê danûstandinan mi, ne weke zîndaniyek miamile bi Ebdula Ocelan re dihat kirin, lê mixabin şaşiyan ew hemû piroses têkda. Ew piroses bêy biwêrî û lêtêgihiştina birêz Receb Teyb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê pêknedihat û birêvenediçû.Birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê tevî hikûmeta herêma Kurdistanê, amadene rola xwe ji bona dirustkirina agirbest û destpêkirina pirosesa aşitiyê, ji wî cîyê xetimî, bilîz in, çunkî şidet û bikaranîna hêzê tu pirsgirêk çareser nabin.Li vir daxwazê ji Partiya Karkerên Kurdistanê dikin ku, bi sebir be û bi her awayî hewil bide daku agirbest û pirosesa aşitiyê careke din dest pê bike û di vê çarçoveyê de rol ji birêz Ocelan û HDPê re bê dan û em jî ji bon hemû hevkariyan amadene.Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê herêma Kurdistanê25.07.2015

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: